Înan Eroglû

nivîskarê kurd

Înan Eroglu[1] nivîskar û weşangerê kurd e ku di 1994an de li Bismilê ji dayik bûye.

Înan Eroglû
Jidayikbûn
Hevwelatî
Pîşe
Malper

Eroglû derçûyê beşa ziman û edebiyata kurdî yê Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ye. Du çîrokên wî sala 2010 û 2012an xelat wergirtine (Pêşbaziya çîrokan a Hüseyin Çelebi û Abdullah Duran) û sê kitêbên wî yên çîrokan heta niha weşiyane bi navê "Têbîniyek" (2019, Avesta), "Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din" (2021, Avesta)[2] û “Heft û Heştên Mirinekê” (2023, Pall).[3]

Ji 2010an pê de nivîs û hevpeyvînên wî di çendîn kovar, malper û rojnameyan de weşiyane. Edîtorî, wergêrî û redaktorî ji bo sazî û dezgehan kiriye. Salên 2021-2022yan naverokên kulturî û edebî bo podcasta Aş û Baş amade kirine. Di 2023yan de weşanxaneya bi navê Pall Weşan ava kir.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Înan Eroglu, Author at Botan Times". Botan Times | Înan Eroglu, Author at Botan Times. Roja gihiştinê 6 kanûna paşîn 2024.
  2. ^ "Înan Eroglu - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları". www.avestakitap.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 6 kanûna paşîn 2024.
  3. ^ "Pall Weşan". www.pallwesan.com. Roja gihiştinê 6 kanûna paşîn 2024.

Girêdanên derve biguhêre