Îbrahîm Heqiyê Erziromî

Stêrnasê û civaknasê kurd
(Ji Îbrahîm Heqî Erziromî hat beralîkirin)

Îbrahîm Heqiyê Erziromî an Îbrahîm Heqî (jdb. 1702 Erziromm. 1780 Tilo), stêrnas, civaknas, alim û fîlozofê Îslamêkurd ê Erziromê ye.[1]

Îbrahîm Heqiyê Erziromî
Ji pirtûka Îbrahîm Heqî
Jidayikbûn1702
Mirin1780
Tilo
EsilKurd
Hevwelatî Împeratoriya Osmanî
PerwerdeMedreseya Tiloyê
DestûrnameŞêx Îsmaîl Feqîrûllah
PîşeAstronomî, Fizîk, Civaknasî û Fiqih
SerdemSedsala 18'an
Dê û bav
  • Mele Osman (bav)
  • Henîfe (dê)
MalbatHesenan
biguhêreBelge
Tirba wî (Sêrt)

Ew ji ber ku ji bajarê Erzîromê ye wek Îbrahîm Heqiyê Erziromî tê naskirin.[2]

Îbrahîm Heqî di 18yê Gulana 1703an li navçeya Pasîna Erzîromê hatiye dinyayê û roja 22yê Hezîrana 1780yî jî çûye ber dilovaniya Xwedê.

Bavê wî Mele Osman ji eşîra Hesenan bûye û bi nasnavê ”Derwêş”iyê hatiye naskirin, navê diya wî Henîfe bûye.

Mele Osman ji Pasîna çûye navçeya Tiloya Sêrtê û li wirê bûye salikê İsmail Feqirulah, li wirê ketiye silûkê. Piştre kurê wî Îbrahîm Heqî û birayê wî Mele Elî jî çûne Tiloyê.

Li Tiloyê bi aliyê rojhilat tirbeya wî disekine. Li wir seyde û xazurê wî Şêx Îsmaîl tirbe jê re çêkiriye. Şêx Îsmaîl şêxê qadiriyan bû. Tê gotin ku tirbeya wî di sala 1660î de çêkiriye. Şêx Îsmaîl ji di navbera 1657 û 1734an de jîn bûya. Li cem tirbeyê tirbeyeke dî ji heye. Ew ji ya Zemzema Hasa (1767-1852) tê de ye, keça Şêx Mistefayê Fanî ye, Xatûna Şêx Menduha. Jê re Şahê Şaha jî tê gotin.[3]

Di deme xwe de pir mazin bûye. Li herêmê medreseyeke ji avakiriye û tê de fêr daya. Îbrahîm Heqî li ser stêrnasiyê xwedî zanist bû. Di pirtûka wî de ku bi navê "Marîfetê" de li ser kule bi avakrinê prizma ku hatî çêkirin de tîrêj di buhurin cihê têde rohnî dikin. Her sal di 21 Adarê kiriya ku rohnî bibe. Li ser kozmolojiyê ji xurt bûya. Hê ji hinek aletên wî yên ku ji bo vê yekê bi kar dianîn li cihê wî, li Sêrtê dimênin.

  • Merîfetname (Marîfetê)
  • Mecmuatu'l-Maani
  • Meşariku'l-Yûh
  • Sefinetu'r-Ruh
  • Kenzu'l-Futuh
  • Urvetu'l-Îslam
  • Hey'etu'l-Îslam
  • Tuhfetu'l-Kîram

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ http://www.rojevakurd.com/ibrahim-haqe-erzeromi/
  2. ^ Ekmeleddin İhsanoğlu, “Batı Bilimi ve Osmanlı Dünyası: Bir İnceleme Örneği Olarak Modern Astronomi’nin Osmanlı’ya Girişi” (1992)
  3. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 6 gulan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 10 kanûna paşîn 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)