Çivîka zêrîn (çîrok)
Karê berfirehkirina vê gotarê hê jî berdewam e dibe ku ji ber vê yekê di naveroka gotarê de pêwistiya sereraskirinan hebe. Ji bo berfirehkirina vê gotarê tu dikarî bi bikarhêner a ku li ser gotar dixebite re pêwendiyê pêk bînî û alîkariya berfirehkirina vê gotarê bikî. Ji kerema xwe re vê şablonê rake, heke di maweya heft rojan de tê de ti guherîn tine be! Heke karê te bi vê rûpelê re xilas nebûbe ji kerema xwe re şablona {{tê guhartin}} bi kar bîne! Ev gotar herî dawî ji aliyê Avestaboy (gotûbêj| beşdarî) ve berî 15 deqan hatiye guhartin. (Rojane bike) |
Çivîka zêrîn (bi almanî: Der goldene Vogell) çîrokek e ku ji hêla Birayên Grimm (KHM 57) ve hate berhev kirin û derbarê peydakirina çivîkeke zêrîn ji hêla sê kurên baxçevanek de ye .
Çivîka zêrîn | |
Nivîskar | Birayên Grimm |
Wergêr | Newaf Mîro |
Dîrok | Çapa yekem bi kurdî (2019) |
Weşanxane | Morî |
ISBN | 9786059413589 |
biguhêre |
Jêder
biguhêreGuhertoyek wisa ya çîrokê berê di sala 1808an de di bin sernavê Die weisse Taube ("Kevoka Spî") hate weşandin, ku ji hêla Gretchen Wild ve hatibû peyda kirin û bi Çivîka zêrîn di çapa yekem a berhevoka Birayên Grimm de hate weşandin.Di çîroka orîjînal de, kurê herî piçûk ê key bi navê Dümmling ,navek tîpîk ji bo karakterên xişîm an bêhiş di çîrokên almanî de tê zanîn.
Naverok
biguhêreDi baxçeyê keyek de darek sêvên zêrîn hene. Dema ku key dibîne ku sêvek winda ye,ew kurê xwe yê herî mezin bi şevê wezîfedar dike ku darê diparêze.Lê ew di xew re diçe û sibê sêvek din winda dibe.Kurê diduyan jî şeva din dema ku divê darê biparêze dikeve xew. Key bi kurê herî biçûk bawer nake ku ji destpêkê ve wezîfeyê bigire ser xwe.Lê ji ber ku ew bi rastî dixwaze, destûr jê re tê dayîn ku şevek sêvên zêrîn jî biparêze. Di nîvşevê de ew rastî dibîne ku dizê sêvan tê: çivîkek bi perrên zêrîn.Kurê herî biçûk ê key tîrekê diavêje, lê çivîk tenê yek ji perrên xwe yên zêrîn winda dike û direve.
Dema ku key perrê dibîne û şayesandina çivîkê dibihîze, êdî bi sêvên xwe yên zêrîn re têkildar nabe. Niha ew çivîkê dixwaze.Kurê mezin ji bo dîtina çivîkê derdikeve cîhanê. Li qiraxa daristanê, ew rûviyekê dibîne û bi tîrê dike armanc. Rûvî dizane ku ew li çivîkê zêrîn digere û di berdêla pendeke baş de jîyana xwe dixwaze. Rûvî ji bo lêgerîna wî vê pendê li wî dike: Heke ew werê gundê bila mêvanxaneya kevn û rizok li şûna mêvanxaneya dewlemend û xweş hil bijerîne.
Lê xort guh nade daxwaz û pendan. Bêyî ku lêxe, tîran direşîne.Li gundê, ew bi kêfxweşî li mêvanxaneke dilgeş disekine.Hema ku dikeve mêvanxaneyê, peywira xwe ya lêgerîna çivîka zêrîn ji bîr dike. Ew li malê berhewa li benda wî dimînin û piştî ku demek derbas dibe, kurê duyem derdikeve rê. Çarenûsa wî jî wekî kurê pêşî ye.
Di dawiyê de kurê herî biçûk daxwaz dike ku destûr jê re were dayîn ku li çivîka zêrîn bigere. Ew jî li qeraxa daristanê bi rûvî re tê. Berevajî birayên xwe, ew ji rûvî re piştrast dike ku ew ê ziyanê nede wî û ewê guh bide pendên wî.Dûv re rûvî wî vedixwîne ku li ser dûvê xwe rûne û di demeke kurt de bi wî re dibeze gundê.Li wir xort şeva xwe li mêvanxaneyeke hinek rizok derbas dike.Serê sibê rêwîtî li ser dûvê rûviyê berdewam dibe. Ji ber ku rûvî dizane li ku derê li çivîka zêrîn bigere, ango di kelehekê de kurê key bi xwe re tîne.Û dîsa pendeke wî ya baş jî heye: her kes di kelehê de razayî ye, da ku ew bê asteng bikeve odeyekê ku çivîk lê ye.Rekehek zêrîn û rekehek dar heye. Divê lawê key teqez ne rekeha zêrîn, yê din hilde.