Çem an jî Erîdanus komstêreka li başûra ekwatora ezmên e.

Komstêra Çem

Çem komstêreka mezina li ezmên berbelav e. Ew wek zincîrekê ji Oryonê de ber bi jêrên nîvkada başûra ezmên dikişe. Çima ku tenê çar stêrên wê ji 3. sinifa qedra zahîrîya stêran geştir e. Li Ewropaya navîn pê ve tenê beşa wê ya bakur dîtbar e. Stêra ε çem tenê 10,7 salên roniyê dûrî dinê ye û ew yek stêrên herî nêzika rojê ye.

Çem yek ji 48 komstêrên ku Batlamyûs qalê kiribû.

Di mîtolojiya yewnanî de Erîdanus çemekî mîtolojîk ê ku ji avên Aquarius dizê bû. Ew di efsaneyeka din de ew bi Phaeton, lawê xwedawendê rojê Helios, ve tê eleqedar kirin. Gava rojeke Phaeton erebeya bavê xwe ya rojê bi dest dixe û rastî bêtarê tê. Ew rê şaş dike nêzika dinê dibe û çermê xelkên li Efrîqayê Bakur dijî direwisîne û çermê wan reş dibe. Zeusê hêrsbûyî bi brûskekê ve Phaeton dikuje. Komstêra çêm va rêya ku erebeyê di mideta vê seyhatê çûyî nîşan dide.

Esasen komstêra çêm bi stêra Axrnehr (θ Eridani) ve xelas dibe û navê wê ji erebiyê bi mehneya dawiya çêm tê.

Stêrên bi navkirî
Nav Qedra Zahirî Dûrî
(Salên roniyê)
  Alfaya Çem (α Eridani, Alpha Eridani, Axirnehr)     0,45    144
  Betaya Çem (β Eridani, Beta Eridani, Kursî)    2,78    90
  Gamaya Çem (γ Eridani, Gamma Eridani, Zewraq)    2,95    150
  Tetaya Çem (θ Eridani, Theta Eridani, Axêmar)    3,00    163
  Deltaya Çem (δ Eridani, Delta Eridani, Rana)    3,52    29

Girêdanên derve

biguhêre