Çemê Seine

Çemê mezin li bakurê Fransayê

Seine (keltî: Sequana) çemekî li bakura Fransayê ye. Ew ji herêma Burgundê nêzî Dijonê dizê, ji rohelat de berve rojava diherike û li Le Havre jî teva La Manche dibe. Bi 776 km dirêjahiya xwe ew sêyem dirêjtir çemê Fransayê ye.

Seine ji Birca Eyfelê de

Ew çemên girîngên ko li ser rûbarî wî çêbûnî Paris, Troyes û Rouen in.

Beravên wî yên di Parîsê de ji hêlê UNESCO de wek Mîratên Dinê tê hesandin. Hin milên wêyên girîng li rojhelat Aube , Marne û Oise û li başûr Yonne û Eure ne. Hin çemên dinên ko teva wî dibin Loing, Essonne, Epte, Andelle, Risle ne. Ew bi kanalan Schelde, Maas, Rhein, Saône û Loire ve hatiye girêdane. Ew xwe li ser Normandie bi rûbarê xwe pir badida. Di rûbara wî de heta 560 km mirov dikare bi keştiyan here.

Seine ji Dijon der tê di Parisê re radibore û tala La Manche dibe

Seine heta 1968ê navê Departmaneka bû jî lê ew ji pê re wek Paris (75), Hauts-de-Seine (92), Seine-Saint-Denis (93) û Val-de-Marne (94) hate kirina 4 paran.