Çizçizonek

Têtî
(Ji Çûkê zad hat beralîkirin)
Têtî
Song
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Passeriformes
Famîle: Alaudidae
Cins: Alauda
Cure: A. arvensis
Navê zanistî yê latînî
Alauda arvensis
Linnaeus, 1758

Têtî, an jî Çûkê zad (Alauda arvensis), cureyekî torxeyan Alaudidaee.

Şayes biguhêre

Dirêjahîya wî 16 ta 18 sentîmetre heye û baskên yê nêr ji yê mê mestire, bi gelemperî li navçeyên çandinîyê dijî, firîna wî ta 50 û 100 metire bilind e û ta 2-3 xulekan didome, lê di werzê zayîne de bêhtir didome. Rengê pişt û baskên wî bi ser qehwe ve (qehwoşkî), bin zikê wî xetxet û bi ser sipî (sipîloşkî) ve diçe. Xwedî nikilekî qalind û tûj e û hêkên wî deqdeqî ne.

Wêje biguhêre

Çend têtî ketine gevzekê, baskên xwe li hev didin û li derdora xwe çeng dibin.

Belavbûn biguhêre

Li her deverên Kurdistanê dihên dîtin.

Pêşangeh biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ BirdLife International (2012). "Alauda arvensis". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2012.

Girêdanên derve biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Çizçizonek de hene