Çîçal, Çîçar, an jî Penîrê Rîçal — cûreyekî penîr e, ku li bakurê û rojhilatê Kurdistanê tê çêkirin.

Penîrê Rîçal li Erziromê

Ji ber teknîka çêkirina wê ev penêrû dişibe porê jinan. Ev penêr bi piranî taze nayê xwarin. Ji bo ku ava wê lê bikişe û tehma wê xweştir bibe tê xweykirin û pişt ra jî di eyaran da tê veşartin da ku kevnar bibe. Carinan ji pir kevnar dibe û kevzê digire û kesk dibe. Bi vî şeklê xwe li herêmê wek antîbiyotika xwezayî tê binavkirin.

Bi navê eynî vê cûreyê penîrê li Ermenistanê (Çêçîl bi ermenî: Չեչիլ) û Gurcistanê (Çêçîlî bi gurcî: ჩეჩილი) jî çêdikin.

Pêşangeh biguhêre

Çavkanî biguhêre