Di sala 1876an da li Diyarbekir hatiye dinê. Di meclîsa Ormaniyan da ji 1912 heta 1921 mebûstiya Diyarbekir kiriye. Îngilîza wî piştî Şerê Yekemînê Cîhanê derdest kirine û şandine Girava Maltayê, ji ber ku têkiliyên wî hebûne bi mişextkirin û kuştina Ermeniyan.[1] Piştî azadbûnê, tê dikeve meclîsa Tirka ya Enqerê û li wêder mebûstiya wî didome. Ji 1921î heta 1940î (tenê 1927-1931 ne tê da) bênavber mebûstiya Diyarbekir kiriye. Mistefa Kemal wî şandiye Lozanê li ser navê Kurda, lê Zulfî tu tiştekî ji Kurdan ra nekiriye,[2] wan bê war û bê welat, bê maf û bê ziman hiştiye. Gunê Kurda di sitûyê wî û İsmo da ye.[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Celal Temel, 1918 – 1923 Mondros’tan Lozan’a Kürtler, Kürtlerin Aldanma ve Aldatılma Yılları, İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları, Deren Matbaacılık, İstanbul 2017.
  2. ^ İsmail Göldaş, Lozan, Biz Türkler ve Kürtler, Avesta Yayınları, İstanbul 2000.
  3. ^ Mustafa Remzi Bucak, Bir Kürt Aydınından İsmet İnönü’ye Mektup, Doz Yayınları, İstanbul 1991.