Zembeq, sosina spî (lilium candidum), navê sosineke navdar e ku li Kurdistanê jî gelek e. Ji malbata famîleya tuleyan an famîleya pîvaz, pîvok û sosinan (liliaceae) e. Bejna wê heya 1 m bilind dibe, riwekeke pirrsalane ye.

Sosina spî, zembeq

Di mehên gulan-pûşperê de gupik vedidin. Pirr ji aviyan hez neke. Li bejiyan, axa kevirî digihê. Kulîlkên wê spî ne lê yên rengê kremê de ne, herwiha tên dîtin. Li ser gûşiyekê 3-6 kulîlk mezin dibin. Bêhna wê hezkirî ye.

Galerî biguhêre