Zayendperestî di meselok, metelok û gotinên pêşiyan de

Zayend, zayenda civakî û zayendperestî wekî mijareke hevçerx, bi xebatên cîvakî û herî zêde xebatên li ser jinan derketine pêş. Lê divê em qalibên ku ji bo jinê hatine honandin fehm bikin em neçar in bala xwe bidin têgiha “mêrtî” yê jî. Lema wexta em bixwezin fehm bikin ka zayendî (mêrtî û jinîtî) çawa û çi şêweyê hatiye avakirin divê bi nêrîneke gelemperî meseleyê hûr bibin. Ev avakirin û şêwekirin xwe herî zêde û berê sifte di “zimên” de dide der. Helbet mesele , metelok û gotinên pêşiyan ku nimûneyên herî berbelav yên neynika ziman û çandekê ne navgîneke giring ya bilêvkirina zayendperestîyê ye jî. Ji ber vê yekê di nav gotinên pêşiyan de têgiha zayendî, qaîdeyên ji bo jin û mêran hatine xwestin, jin û mêr çawa hatine teswîr kirin, nêrîna civakê li ser zayendê gelek daneyên giranbiha pêşkeşê me dike ji bo têgihştina dirûvê çandekê. Ew diyarde heta bêje bes di nav çanda kurdan de jî cihê xwe girtiye.

Ziman hemana sereke ya ragihandinê ye û bi xêra zimên nifşên nû têdigihêjin. Wekî bûyereke sirûştî her civakek bi geşepêdana xwe ya dîrokî de, di nav xwe de zimaneke hevpar peyda kirîye û çandeke xweser afirandiye. Ziman formek daye çandê û çand jî formek daye zimên. Em dikarin bibêjin ku wexta em dixwezin civakekê binasin divê rasterast em bala xwe bidin zimanê wê û binêrin gelo çandeke çawa ava kiriye û bi çi astê de ye. Ziman neynika civatê ye û hemû taybetîyên civakê radixe ber çevan. “Zimanê her miletî angorî xû-xeysetê wî miletî jî r’ewş û nîgara xwe standye, t’evî yazya milet jî jîyana xwe dom kirye”[1]. Herwisa civak jî rengek û li gor bîr, bawerî û rabûn-rûniştina xwe formek daye zimên. Ev yeka herî zêde xwe di nav berhemên zargotinî de dide der. Wekî dîyardeyekê tê zanîn ku, tiştê ku zimên têr dike, fireh dike, diedilîne, diguherîne, wateyên cûda lê bar dike çanda wê cîvakê ye. Helbet wêje jî para xwe ya bandora zimên û çandê hildigire. Cureyeke wêjeyê jî em dikarin bibêjin ku hema hema bi gotinê ve girêdayî ye, wêjeya devkî, an go “zargotin”e. Jixwe zimanê zargotinê eslê xwe de zimanê xelkê ye û zimanekî xwerû û bênixamtî(bê sansur) ye. Zimanê xelkê, ango wêjeya devkî berevajî zimanê nivîskî pêwistiya wî gotinên neqşandî an jî xemlandî nîne, wekî wênegirekê rastiyên cîvakî, kesayetî û dîrokî bêyî rûpoş radixe ber çavan. Pareke zargotinê ya herî fireh jî meselok, metelok û gotinên pêşîyan in.

Gotinên pêşiyan ji bo naskirina çandekê gelek nimûneyên berbiçav nîşanî me didin. Ji bo mesele, metelok û gotinên pêşiyan em dikarin bibêjin ku ev cureya zargotinê cewahir û durr û xemlên zimanê miletekî ne. “Her nimûnekê wana gelekî six, kurt û kin in, lakonîk, lê belê ew bi serecema xwe ve gelekî kûr in, pirnêt, çawa ‘Jin û mêr, tevir û bêr’… ev efrandina na nava cmaetê da bi navekî nîn in, lê belê bi çend nava eyan in, çawa xeberê pêşîya, gotinê pêşîya, gilîê kal û bava, xeberê dê û bava, gilîê mezina, xeberê mezina, tîmsal, mesele, metelok, mislehet û êd dinê ”( Cindî, 1985:9). Gotinên pêşîyan, gotinên gelekî bi nirx in ku bi encama sedan salan û ceribandineke dûr û dirêj ji pêşîyan ji bo me wekî mîratek hatine pêşkeş kirinê. Ev cure gotin dewsa gotinên gelekî zêde û dirêj, bûne gotinên “hûr û kûr” û him ji bo mena rasteqîn û him jî bo mena mecazî hatine bi kar anîn. Ev gotin hema bêje li ser her tiştî hatine peydakirinê û bîr û hestên hevpar yên hemû endamên miletekî dinimîne. “Ev cure berhemên gel ji alîyê derbirîna nêrîn û hestên civakekê gelekî bi nirx in û lema ji bo têgihîştina awaya derûnî, xeyset û bîra wê cîvakê û pê re têgihîştina çend encamên gelemperî bo wê cîvakê gelekî payebilind in”[2]. Mesele, metelok û gotinên peşîyan wekî tûrekî, dîzekî bi sedan salan bi ceribandinên dûr û dirêj hatîne dagirtinê ne. Ev tûr an jî dîz car caran gotinên gelek şîrîn wekî hingivê, car caran jî gotinên pir tehl wekî jehrê dihewînin (di vê xebatê de ji bo jina gelek gotinên pêşiyan yên bibin sedema dilsariyê hene). Lema di nav van gotinên ceribandî de zanyariyêk û pêşbinîyên giring tên xûyakirinê. Ji ber ku piştî gelek encamên wek hev hatine gotinê êdî bûne zagon û darizandinan dihewîn in, ango fermanan didin. Car caran jî ew qas ne hişk in lê şîretkar in û dixwazin rê nîşanî mirovên xam bidin lê ne tenê ji bo mirovên xwe ji bo her miletî. Mesele, metelok û gotinên pêşiyan xwedî form û taybetmendiyekî ne, mirov nikare bi awayekî din bibêje û ev gotin li her derê û demê nayên gotin.”Zêdetir ji bo rewşên taybet, axaftinên zanyarî, di dema nesîhetkirinê de tên xebitandin” [3]. Di nav van gotinan de babeta sereke mirov e û wexta em dibêjin mirov berê her tiştî mêr û jin ango zayend tê bîra me. Em ê di vê xebatê de hewl bidin ka gelo di gotinên pêşîyan û metelokan de zayenda civakî, zayendperestî çawa hatiye bikar anîn? Gelo ev şîret û qaîde herî zêde ji bo kîjan zayendê û bi çi şêweyê hatine bi kar anîn. Di pêvajoya civakîbûnê û têgihîştina zarokan de û li ser rolên wan wekî keç û kur, xort û keça xama bandoreke çawa û feraseteke çawa bi xêra gotinên pêşiyan hatine ferz kirin. Dîsa em ê bala xwe bidin gelo sazîyên cîvakî wekî malbat, ol, perwerdehî zimanekî çawa afirandine û çi bandor li ser zêna milet yê cîvakî hiştine.

Çarçoveya têgihî biguhêre

Cîvaknas, zayendê wekî zayenda sirûştî û zayenda cîvakî du cure hesibandine. Wexta ku em dixwezin behsa çawanîya anatomî û genetîka kesekî/ê bikin tegiha “zayenda sirûştî”(sex) bi kar tînin. Ango zayenda bîyolojîk ciyawazîyên laşê nêr û makê dest nîşan dike. Ji bo ciyawazîyên derûnî, civakî û çandî yên navbera jîn û mêran jî tegiha “zayenda civakî”(gender) tê bi kar anîn. Ev navlêkirin cara ewil sala 1968an de bi destê Robert Stoller di xebata xwe ya bi navê “Sex and Gender” ( Zayend û Zayenda civakî) de ji bo ji hevderxistina ‘jinanî’ û ‘mêranî’ yê hate bi kar anînê. Dîsa di sala 1972an de, Ann Oaklay, di pirtûka xwe ya bi navê “Sex, Gender û Society” de li ser mijara peywendiya zayendê û kesayetîyê hûr bûye û hewl daye ku bizani be ka rolên zayenda civakî çawa û çi cureyî derbasî nifşên nû dibe.

Zayenda civakî, di nav her civatekê de, bi tewrekî cûda tê pênasekirin û ew kategorîyên mêranî û jinanî an jî li ser her du koman yên bi alîyê civakê hatine bar kirin dinimîne. Di naveroka zayenda cîvakî de ne ciyawazîyên bîyolojîk; nirx, bendewarî û darazên cîvakê dihewîne ku gelo civak wekî jin û mêr çawa me dinirxîne, çawa têdigihêje, ji bo me çi difikire û bo hewldanên me çi bendewariyan dide pêş me. Di nav her civakekê de gelek qaîde hatine danîn ji bo hewldana jin û mêran. Helbet ew qaîde li gor dem, cih û ciyawaziyên çandî naveroka xwe diguherin. Di nav van qaîdeyan de yên herî berbiçav helbet qaîdeyên ji bo rolên mêr û jinan hatine danîn û darazînên forma zayendî ku li gor her civakekê tê guherîn in.

Cîvakîbûna zayendê, pêvajoyeke dûr û dirêj e ku bi xêra sixûrên wekî malbat û medyayê têgihîstina qaîdeyên zayenda cîvakî ye. Ev pêvajo ji dayîk bûnê detpê dike, her çiqasî salên ewil lez û bez be jî dîsa heta mirinê didome. Zarok qaîdeyên civakî yên zayendî wekî bendewarî û qaîdeyên bîyolojîk û sirûştî dihundirnin û wisa hewl didin û diedilin. Her wisa li gor wan qaîde û bendewarîyan “ rolên zayendî” mêranî û jinanî nê jî dihundirînin [4] .

Pêywendiyên zayenda civakî, hevbandorîya jin û mêran ku civat şikl dayê destnîşan dike. Çend cîvaknas derbirîna nêrtî û makiyê, wekî amûrekî destê mêran hatîye bi kar anîn û wekî desthilatdariya mêran li ser jinan ferz bike hatiye bi kar anîn pêjirandine. Bi vê yekê re takekes fêr dibin ku, divê mêr çawa tew bigerin û jin çawa tev bigerin û li gor vê yekê hewl didin ku li gor zayenda xwe ya sirûştî fêrî qaîdeyan bibin, van qaîdeyan diqulibînin li ser qaliqên çandî. Di nav van amûran de helbet derbirîna herî bi bandor meselek, metelok û gotinên pêşîyan in. Gotinên pêşîyan wekî qaîde û şîretan bi cîvakîbûna zarokan de jî bi bandor in û wekî amûrekî fêrbûna qaîde û rolên cîvakê tên bi kar anîn. Em dikarin bibêjin ku gotinên pêşîyan neynika civatekê ne. Dab û nêrîtên civakê ber pêş dikin û ji bo fehm kirina binyada çand û cîvakî nimûneyên gelekî balkêş pêşkeşî me didin. Ev nimûneyên gelêrî hema bêje zayenda civakî re sedî sed girêdayîne û şîret û qaîdeyên cîvakê derbasî nifşên nû dikin. Herdu zayend ne li gor rewşa xwe ya sirûştî li gor rewşa xwe ya cîvakî hatine tasnîf kirin û pejirandin. Jin û mêr; keç û kur, pîrek û zilam ji hev hatine veçirandin û ev yeka bi xwe re zayendperestî jî derxistiye holê. Zayendperestî hema bêje di nav hemû qadên jiyanê de derdikeve pêş me. Ev têgih jî wekî têgiha zayenda cîvakî, têgiheke cîvaknasîyê ye û zayendperestî jî bûye mijara gelek xebatên zimanî, derûnî, çandî, edebî û helbet bûye mijara zargotinî jî.

Zayendperestî di mesele, metelok û gotinên pêşiyan yên kurdî de biguhêre

Her milletek xwedî çandeke xweser e û helbet miletê kurd jî xwedî çandeke xweser e û berê mîladê bigire heta roja îro çandeke kurdewarî ava kirîye. Di nava vî çandê de, ya ku miletekî zêdetir yên din cûdatir dike helbet çanda manewî ye û mesele, metelok û gotinên pêşîyan parek jî çanda manewîyê ne. Hecîyê Cindî derheqê vê yekê de dibêje “Meselok û xeberokêd cmaeta kurd jî zef zûda hatine efrandinê, bawer bikî ji wê hene, gava ku cmaetê xeberdana xwe destpê kirîye. Wana xeberdana meriv dane xemlandinê. Bi pêşdahatina xwe ve, ew saya nêta xwe ya kûr va, kurtbûn û bedewsinetîya xwe, bawer bikî her formasyake cmaetê ra, xeber dane û bi silsileta ra, hey hatine, hey teze bûne.”[5] Bi guherîna dewr û zemana re ev mesele û metelok jî yan forma xwe guhertîne yan jî dewsa xwe dane yên nû. Ji ber ku civakê re girêdayîne, wekî bîr û boçûnên civakê şikl girtine. Gotinên bav û kalan bi saya tecrûbe û zimanê kurdî dibin xwedî naverok û li cîvatê belav dibûn. Tevgirêdanên ku di nav van xalan de hebûn, bi etîka cîvata kurdan ve hatibûn meyandin. Ruhiyeta kurdan, tecrûbe û normên îdeolojîk li vir dihatin ser ziman. Zanebûn û tecrûbeyên ku parzûnandî bûn, di van gotinan de dihatin ziman û dibûn alîkar ji bo danûstandineke bi wate, xwedî nirxên cîvat û normên exlakî[6].

“Gotinên pêşiya wek neynika felsefeya jiyana gelê kurd gelek zanyarî û agahîyên gelek giranbiha pêşkeşî me dikin. Bi taybetî bi warê pêwendiyên civakî û mirovî de, ev gotinên kurt, têr-tijî û menakûr gelek şîretan li me dikin[7].

Gotinên pêşîyan yên kurdî heta roja îro bi destê gelek nivîskar û lêkolîneran hatine berhevkirin. Li gor agahîya H. Cindî dide hêj sala 1711an de bi navê “Beytêd Kurdî û Şiêr” ji alîyê Mêşrop Mastos bi ermenkî hatine nivîsîn [8]. Paşê bi destê mîsyonerên biyanî hinek gotinên pêşiyan hatine berhevkirin lê ew berbelav bûne. Bi zimanê kurdî cara ewil di kovara Jînê de Law Reşîd û disa heman kovarê de Hîlmîyê Sîwêrekî birrek gotinên pêşiyan weşandine. Di vî warî yekem pirtûk bi destê Îsmaîl Heqî Şawêş li Bexdayê sala 1933an bi navê “Qiseyê Pêşîyan” hatiye çapkirinê. Dîsa Marûf Cîyaûk (ciwakî)bi navê “Hezar Bêj û Bend” sala 1938an, Mehmûdî Xal (mehmûd Xan) jî bi navê “Pendî Pêşyan” sala 1957an çap kirin. Kamûran Elî Bedirxan û L. Paul Margueritte sala 1937an li Parîsê bi navê “Proverbes Kurdes” gotinên pêşiyan çap kirin. Sala 1972an de Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl li Moskvayê “Mesele û Metelokê Kurda” dane çapkirinê. Dîsa bi vî mijarê de pirtûka herî berfireh, ya Hecîyê Cindî sala 1985an li Êrêvanê çap bû. Li Tirkiyeyê jî piştî salên 90î gelek berhevokên gotinên pêşiyan hatin çap kirin[9].

Pir zelal dixûye, wexta ku meriv bala xwe dide van berhevokan beşa herî zêde ber çave meriv dikeve bêşik li ser mijara pêwendiyên jin û mêran (di pirtûka Heciyê Cindî û C. Celîl&O. Celîl de gotinên pêşiyan herî zêde li ser jinê, dê, qîz û endamên jin hatine rêz kirin û helbet têra xwe behsa mêr, bav, kur û endamên din jî hatiye behs kirin) de ye. Ev berfirehîya nimûneyên wiha rê da me ku em li ser pêwendiyên jin û mêran, bilêvkirina zayenda cîvakî bixebitin û li lîteratûra kurdî de cihekî vala hinekî dagirin.

Di nav mesele, metelok û gotinên pêşîyan yên kurdî de jin û mêr hema bêje babeta sereke ne û rolên jinan parve dibin wekî, qîz, bûk, dê, kulfet, dapîr, pîrek, xwesî, gorim, jintî…; rolên mêran jî wekî, kur, law, xort, zilam, bav, bapîr( kal-bav), xezûr … hatine destnîşan kirin. Dîsa divê bê gotin ku di nav van gotinan de gelek hene kevneperest in, li gor roja îroyîn divê neyên qebûl kirin û nemaze ji bo wesfandina jinan nimûneyên gelek neçê dihewînin û neyên bikar anîn lê ji bo xebateke zanistî pêwist in. Em dikarin van gotinan hav veçirînin li ser çend beşan parve bikin.

Mal, malbat û erka jin û mêran biguhêre

Malbat di nav civaka kurdan de ji mêj ve wekî saziyeke bingehîn û binirx hatiye pejirandin. Em dikarin bibêjin ku mal û malbat jî li ser keda jinê hatiye avakirin.Herwisa jîyan jî bi jinê ve hatiye şayesandin wekî hatiye gotinê “ Jin kanîya jîyînê ye.” Mala bê jin xirabe ye. Di nav malbatê de rola jinê gelekî giring û taybet e. Jin wekî stûna malê û neynika malê hatine zanîn pê re tê çaverekirin ku keça dê jî ku ew ê jî paşerojê de bibe jin û kebanî divê rola xwe ya nav malê bielime û li gor vê yekê tev bigere. Gelek gotin li ser malbatê û peywira mêr û jinan hatine gotin. Jin wekî, kabanî, bermalî, dîwarê malê, malkêr, dûyê malê, gol, bend, kanî, birk ; li berevajî vê yekê, mêr wekî malxwe malê, dîwarê derva, surk, (çend gotinan de jî kanî), ebûra malê, hebûna malê hatine hesibîn. Jin wekî tê çaverêkirin, şuxulên malê (kebanî), xweykirin û mezinkirina zarokan re girêdayî ye, wekî gotinek jî dibêje, ”jin ew e, zarê xwe xweyke.” Lê berevajî vê yekê jin wekî malxûr jî hatine nîşandan ku ev jina xirab e. Tê gotin ku “Cîê mêr xirab kin, mêr dikarin çêkin, cîê jin xirab kin, kes nikare çêke.” Çawa jin bi şuxulên malê re hatiye girêdan, tiştekî şermê hatiye dîtin wekî mêr şuxulên malê ango yên jinê bikin û mêrên wisa bûne mijara tinaz û henekan ku “serjinik in.”

Ger zarokên wê tunebin tê gotin ku gunê jinê li malê nayê. Mêr jî divê avakirin û hewcedarîyên malê peyda bike û malê biparêze, şuxulên derva bike. Wekî hatiye gotin, “Mal û mêr, tewr û bêr.” Civak di gotinên xwe de jin serbilind jî kirîye, car caran jî erdê xistîye. Lê berevajî vê yekê mêr zêde gotinan de hatine serbilind kirin û jin jî bin siya wî de hatiye cî bi cî kirin, wekî hatiye gotin “Jin bi serê merê xwe merî ye.”

  • Jin stûna malê ye.
  • Mal jin e, binyar xanî
  • Bira malê de jin hebe, bira pîs be.
  • Gula sûretê mêr, jin e.
  • Avaya mala ser kevaniya mala.
  • Mala bê jin wek aşê bê av.
  • Mala bê jin bêdû ye.
  • Mala bê jin xerabe ye.
  • Malê de tune arvanok, navê jinê jinanok
  • Jin dîwarê mal da ne, mêr dîwarê derva ne.
  • Malkir jin e
  • Jin gol e, mêr çem e.
  • Jin gol e, te pêşî girt wê tijî be; te pêşî negirt wê here.
  • Jin birk e, mêr surk e.
  • Mêr avê dikişe, jin gol e, gere pêşya avê bigirê.
  • Mêr kanî nin, jin bend in.
  • Mêr bixevite, nexevite, wexta jin destê xwe nede ber, wê pûç be.
  • Mêr delav e, jin çirav e.
  • Zilam serkar e, jin bindar e,
  • Mala mêr lê, kayna zêr lê.
  • Jin malê çêdike, jin malê xirab dike.
  • Jin çiqas nerind be, wexta malê çêdike baş e.

Beranberî van teswîrên jina yên baş, çend teswîrên xirab jî hatine kirin ku jinê wekî malxur dide nîşandan û di malekê de zêdebûna jina wekî elemetekî xirab nîşan dide.

  • Neçe wî cihî, cihê jin malxwê malê bit.
  • Mala pir jin, xirab bû ji bin.

Mala têr jin xwedê xirab ke ji bin.

  • Jin heye malkêr e,

Jin heye kuloçxure Jin heye malxur e.

  • Jinê pir bin, xirabî ji bin.
  • Dera jina xirav kirye hê ne avaye.
  • Dera jina xirav nekirî, herdem ava ye

Xeyset, kesayetî û vekhevî/newekheviya jin û mêran biguhêre

Jin bi rengdêrên çê, baş; mêr jî yên ciwan û xas hatine teswîr kirin wekî, jina çê, çapik, qoçax; mêr jî mêrxas, camêr. Ev navlêkirin bendewarîya civakê baş ifade dike ku jin çê be, jêhatî be û di nav malê de qoçax be lê mêr yên xas bin. Dîsa cûdatiyek hatiye danîn û jin bi gelek taybetiyên neçê ve hatine destnîşan kirin, wekî bêaqil, bêhiş, nezan, bêîtbar hatine destnîşan kirin. Li gor van gotinan aqilê jina nabire, jin bixwe jî nehêja ne. Heft jin ne beranberê mêrekî ne. Gotina jinê jî wekî “dawîya dinê” hatiye hesibîn.

  • Aqilê jina aqilê mirîşka,
  • Aqilê jina yêd koşê da,
  • Heft aqilê jina kirine serê mirîşkekê û ew mirîşk dere, sergû tev dide,
  • Porê jina dirêj e, aqilê jina kêm e;
  • Parxaneke jina kêm e, îtbar boy jin tune.
  • Îtbara xwe ne ji padşê dewrê, ne ji malê dinê bîne, ne jî îtbara xwe jina bê îtbar bîne.
  • Jin heye parsûya xwar e, pira rizî ye bê îtbare.
  • Gere parsûyê mêra nexarbe, parsûyê xar ya jina ye.
  • Tu caran emel nabe bi jina ne,

Dilê wana mîna tayê kerenga ne Ba kî derê bixweze, wê da dibe bi roja ne.

  • Ne rastiya xwe jinê re bêje, ne îtbara xwe xelqê xerîb bîne.
  • Bi benî jina xwe ber mede çelê.
  • Nebînim kulfeta bilez, nebînim mêrê bê ez.

Dîsa li beranberî mêr kesayetîyeke kêm hatiye nîşan dan wekî parsûşkestî. Şîret ji mêran hatiye kirin ku, gotina jinê nekin, bawerîya xwe pê neynin û pişta xwe pê girênedin, nekevin dû jinê. Hemû gilî û gotinên xwe pê eyan nekin. Çimkî, jin nikarin gilîyan dilê xwe de bihewînin, gilîgerok in, ango wekî hatiye gotin, “perda devê jina desmala ber bê”, “gilî hate dinê, jin bela dike.” Dîsa tê şîretkirin ku divê pirsyara jinka xwe bikin, bes guh nedin. Yên ku guh nedin van şîretan wekî xwelîser, exmax û efsene hatine navlê kirin.

  • Mêrê gura jinê, mişkê terezinê, herdu jî mane xinê.
  • Herçî xebera jinê, tebaê mirinê.
  • Meriyê bi şorê jinê, li xebera mirinê.
  • Mêrê li hukmê jinê, çû cara rû spî nabit li dinê.
  • Di hevrazî de strana nebêje, di ber ba titûn nekişîne, mala te jî bila neçe nik mala bavê jinê.

Jin wekî kesên fêldar, dexes, xayîn, durû, serhişk, demdemî, aqilsivik, kudkudo, şeytan û …hwd. hatine teswîr kirin. Di gelek gotinên pêşîyan de behsa pakbûn û xirabbûna jinê tê kirinê, zimanşîrîn lê kesên dilxirab hatine nîşandan, mêr nikare xeysetê wan eyan be, pirzane ne û gelek xeysetên xirab jî hatine bikaranîn, û şibandine çend ajalên xeysetxirab. Wekî “Jin qismî hene sê cure ne:Yek cisnê meryan e, yek jî cisnê tûlê belek e, yek jî, cisnê keran e. Xeysetên bizina û gura jî jina hatiye bar kirin.

  • Fêlê jinê ga nakişîne.
  • Fêlê jinê serê çiyaê Cûdê xar kirin.
  • Jin dikare mêra mîna desmala, ser destê xwe bigerîne.
  • Dijminê mêra yek ziman e, yek jî jin e.
  • Dijminê mêra içke û jin e.
  • Av qeya diqelêşe, jin mêra unda dike.
  • Berîya jina û bizina, neçe ber derê dijmina.
  • Xwedê xirav bike bêrîya bizina, civata jina.
  • Qûna ku got; Ez ê birîm, wê birî, jina ku got; Ez ê herim wê here, ra lê nabe.
  • Ya jin bike, melek esmana nikarin bikin.
  • Jin dikare jina rê dagerîne, mêr nikare jina rê dagerîne.
  • Wekî jinê dardakî, serê wî berda çermekî, nikarî xeysetê wê undakî.
  • Wekî tu karî bera vala kî, nikarî xeysetê jina ela kî.
  • Ber naêne valakirinê, xeysetê jina jî naê guhastinê.
  • Binê bera tê dîtinê, xeysetê jina naê dîtinê.
  • Şerê jina, cina

Helbet divê ev wêneyekî taybetî ya zayendperestî û zayenda cîvakî ku bi tevahî destê mêran hatiye şikilandin, dide pêş me ku civakê xastiye jin çawa bêne nas kirin û wan bi çi şêweyî nifşên nû bide naskirin. Me jorê jî destnîşan kir pêywendîya zimên û çandê, helbet di vir de jî bandora çandekê hember jinê hişk derdikeve pêş me. Ol çawa pareke çandê ye, li gor hêza xwe li ser zimanê civakê bandoreke giran hiştîye. Helbet ev çîrokên baweriyên olî û baweriyên batil herî zêde di nav mesele, metelok û gotinên peşiyan de bi bi asanî cih girtine. Çawa jin bêîtbar, parsûşkestî, mar û şeytan hatine bi nav kirin li vir de çîroka Adem û Hewa tê bîra meriv. Yê ku berê ewil hatiye afirîn Adem e û Hewwa parsûya wî hatiye çêkirin lema parsûşkestiye. Dîsa yê nefstenik, jine ku baweriya xwe îblîsê bi şiklê mar de anîye û sêva qedexekirî xwariye û bûye sebeb ku mêrê wê jî bixwe û rê derkeve lema divê mêr dû jinê neçe. Xwedê çawa jin ji parsûya mêr ya şkestî afirand lema jî jin kêm e, ango jin û mêr newekhev in û jin bê mêr kêrî tiştekî nayê û jin bi serê mêrê xwe meriv e. Wekî;

  • Xwedê jina mêra yek in, jin û mêr ne yek in.
  • Jin dara şkesti ye.
  • Kulfet heye parsûa xwar e.
  • Kulfet (pîrek) dara şkestî ye.

Ber eksê jinê di nav van gotinan de xeysetê neçê yên mêran pir kêm in. Çend gotinan de behsa derdê mêrê xirab tê kirinê ku jin tê berdanê lê mêr berdan nepêkan e lema heta hetayê derdekî bê derman e. Lê li gor çend gotinên pêşîyan jî sedema xirabbûna mêr jî jin e. Mêr her tim jinê balatir û bi hêztir, biaqiltir hatine terîf kirin. Wekî nimûne;

  • Jina xirab berde,

Mêrê xirab derde.

  • Mêrê pîs ne tê kuştin ne tê berdan.
  • Mêr ku hene fend û fêla zêde ne.
  • Mêr hindikin, mêrkok zef in.
  • Mêr alçax dike jinê, mêr bilind dike jinê
  • Wekî jin çi jin bin, serstûnê mêra wê zêr bin.
  • Mêr, bira nebe ê dem dema, bira bibe ê her dema
  • Mêr heye mêr e, mêr heye kerê nêr e.
  • Mêr heye, mêrkok jî heye; jin heye, jinkok jî heye.
  • Mêr hene ku wekî pîrekan navin.
  • Mêr hesavê xwe, jin hesavê xwe.
  • Mêr jî hene, mêrkok jî hene
  • Mala mêra kayna zêra.
  • Hêrsa mêra zirîna kera yek in.
  • Hêrsa mêra kefa sabûnê ye.

Çend gotinên peşiyan de jî jin wekî hêzekê li mera xurttir, serwexttir û hêjatir hatine hesibandinê. Jin kanîya jiyînê ye. Jin wekî kela, mêr jî girtîyê tê de ye. Şuxul ji destê jina tê kirinê û pirsgirek bi navçitîya wan tê çareserkirinê. Jin mêra ser destê xwe wekî desmala dikarin bihecînin û du jin dikin bazirganek û dikarın sed mêran bikin karwanek û bajon. Eger jinê dil kir tiştekî bike, wê bike, mêr bibe Rostemê Zal jî pê nikare, ango, gotin, gotina jinê ye.

  • Kevirê jina wî danî, ew nikare hilde.
  • Jinê dil kir mêrê xwe sil kir,
  • Jinê dil kir dîwar qul kir.
  • Jin ku hez bike, kare kêvir qulke.
  • Jin ku heye kêra birabire
  • Jinê ku kire karê xwe, mêr pê nikare.
  • Jin diçin xwîn betal dibin.
  • Deh mêr têne kuştinê, jin laçika xwe davêjine orta şera, şer disekine.
  • Tu kes mêr naşkîne ne jin be.
  • Wexta jinê xwe bênamûsî girt, mêr bibe şûrê du dev pê nikare
  • Jin dikare mêrê xwe rake û dake.
  • Ew jin heye deh mêra hêjaye.
  • Jin heye mêranî ye.
  • Jin heye, heft mêrê bêxîret çêtir e.
  • Jina çê ji heft mêrê xirab çêtir e.
  • Jineke çê hêjayî deh mêrane.
  • Mêrê xwelîser, jine aslan e.
  • Wekî jin xwe netirse, dikare dinê alt ke.
  • Jin heye, qe jina jî nehêja ye, jin jî heye mêra hêjaye.
  • Jin, çi jin, çi mêr.
  • Şêr şêr e, çi jin, çi mêr
  • Hildike jin e, dadike jin e.
  • Şuxul jina de çêdibe.

Jin kesên diltenik û giro hatine nîşandan, wekî, “Rondik çekê jinane.” Jin kesên li gor aqil na, li gor dilê xwe tevdigerin, wekî, “Hêsabûna jina tune, hêsîrê aqilê xwe ne”. Mêr tê şîretkirin ku kêmasî û sistî li ber jinê eşkere neke “ Devê te tijî xûn dibe, pêşiya jina xwe nerêje.” Jin wekî kesên zimandirêj û derevîn hatine nîşandan û hatiye gotin ku “Baê gurgurîn, jina virvirîn ji wan tiştek nabe.”

Di gotinên pêşiyan de gelek caran hatiye wekilandin ku jin û mêr bi hev re meneya jiyanê temam dikin û ger bê hev bimînin ên hevsengiya xwe bidin der. Divê xwedîyê herduyan jî hebe. Ger bê xwedî bin rê derdikevin lê herî zêde bêxwedî bûn kêrî jina nayê, çimkî tê gotin ku jina bêxweyî har dibe, lê mêrê bêxweyî jar dibe. Helbet di vir de xuya dibe ku civakê mêr wekî kesên xwedî otorîte û qaîdeyan, wekî berpirs û berdewamiya sazûmanê, lê jin jî wekî kesekê kebanî ku merê xwe xwey bike û bi rêk û pêk bike, xwarinan çê bike, serçekên wî bişo û lê çeleng û xurttir bike ( kincê mêr, merîfeta jinê ye), ger vê neke mêr bi tena serê xwe nikare xwe xwey bike û ê jar bibe, ê bikeve ber desta. Loma zewac jî bo lawikan hatiye teşwîq kirin ku bila rewşa wan rêkûpêk be.

  • Serê jin û mêr ne ji axekê be, nare ser belîfekê.
  • Axa jin û mêr cîkîne.
  • Tirba mêr û jin yek e.
  • Şerê jin û mêr heta êvarê.
  • Ku ayê mêr jinê ne li ser hev bin, li hev nagerin.
  • Aqilê mêr û jinê ne wekî hevbe naê ser belgîkî.
  • Mêr dimire jin har dibe, jin dimire mêr jar dibe.
  • Qîz bêxweyî dibe har dibe, kur bêxweyî dibe jar dibe.
  • Jin bêxwayî dibe har dibe, mêr bêxwayî dibe jar dibe.
  • Jin ku bê xwey bû, qedrê xwe unda dike.
  • Jina bêxweyî kesekî şerm nake.

Zewac û qaîdeyên hilbijartina hevseran biguhêre

Zewac pêvajoyeke gelek giring e û divê biryareke aqilane hevser bê hilbijartin. Mezinan seba vê hilbijartinê gelek şîret li peyrewên xwe kirine ku axir poşman nebin. Zewac û malbat hertim hatiye ecibandin û wekî saziyeke pîroz hatiye pejirandin. Hatiye şîretkirin ku xort û keçan zû bizewicînin. Eger na, qîzê bibe bela serê dê-bavê xwe, ê gelek keviran pey bavêjin. Dîsa tê gotin ku “qîza xwe zû verêke, eyb neyê ser.” Yên tên xwestinê keç an jî jin in. Peyva ‘jinanîn’ û “mêrkirin” jixwe zayendperestiyê jî eyan dike. Li vê karê de yê kirde her tim mêr e, ku dixweze û jin tê xwestin ango bireserek e. Lê jin herçiqasî wekî bireserekê tê şayesandin jî, jin di nav tevgera malê de kirde ye wekî mal mala wê ye, zarok jî ber destê wî mezin dibin helbet divê jineke çê bê anîn. Madem ya tê anînê keç an jî jin e, mezina gelek pîvan ji bo yên bên anîn danîne. Divê ev jin bi esl bin. Çawa avê tînin çavkaniya divê jinan jî bînin bieslî ya. Yên neynê anînê jî ew in, keça malgerok, kudkudo, çavlider, nazdar, dilçivîk, kenok û spehî. Yên spehî û bedew jî dibin bela serê mê xwe. Jina speyî her belaye, Jina bedew bela serîya ne. Çawa yê tê xwestinê jin e, yê tê berdan dîsa jin e û peyva “jinberdan” li vê yekê eşkere dike. Herçiqasî jinberdan di nav civaka kurdan de tiştekî şermê bê zanîn jî, jin berdan li gor qaîdeyên olî gelek hêsan e û “telaqê jinê sê kevirin.” Mêr berdan tiştekî ne hêsan û civakê rê nedaye jinê ku mêrê xwe berde. Wexta ku em mesele, metelok û gotinên pêşiyan dinêrin qaîdeyên hilbijartina hevseran de hema bêje bi tenê behsa “jin”ê tê kirin. Çawa jin binyata malê hatiye zanîn helbet divê avakirin û rêbirina malê de jî hêmana sereke çawa jin e, lema hilbijartina jinê jî tiştekî nehêsan be. Balkêş e, di nav mesele, metelok û gotinên pêşîyan yên me tespît kirin de bi tenê metelokek behsa qaîdeyan zewacê yên ku şîretan keç an jinan dik e heye û wisa ye; “Ne jina kenok, ne mêrê gerok; ne jina gerok, ne mêrê dilbezok. Lê li vir de jî dîsa behsa mêr bi hinceta jin hatiye kirin. Civat ji bo zewacê merca qîztîyê daye pêş, giringî daye keçanîyê, lema anîna jina bî neecibandine û jina bî wekî karesatekî mezin ku hatiye serê mêr hesibandine. Gotine “bila qîz be, bila pîr be.” Jina bî qodixlî, nanê ceh û dewê tirş, malikê mêra xirab dikin. Zewaca du an pir jinî wekî “hêwîtî” wekî derdekî giran û wekî êşa dirana hatiye zanîn û nehatiye pêjirandin.

  • Avê vexwe ji serê kaniya, jina bîne ji esilîya
  • Jina têr-talan bira rastî gurê çîya neyê, gur gune ye.
  • Ne mêrê fihtokî, ne jina kenokî.
  • Jina kudkuda nekeve destê dijminê min.
  • Tu kê genim bikirî, li erd binêre,

Tu kê qîzê bibî, li dê binêre.

  • Qîza filan dê ye, esilê wê heye
  • Qîza mêr kevira pey navêjin.
  • Qîza mêrnekirî qara dê bavê ye.
  • Qîza xwe zû verêke, eyb neyê ser.
  • Qîzê tînî tu zanî, jinêbîyê tînî ez zanim.

Mêrberdayê tînî, serê hespê min berde, hespê minê texe.

  • Qîza qenc bê mêr nabe.
  • Qîza geroke nabe bûk.
  • Qîza dilçivîk wê bê mêr bimîne
  • Jina bî nekeve tu mala.
  • Mêrê bê mal, mîna xanîyê bêdar.
  • Jina xirab qeyd e ne tê kuştin, ne tê berdan.

Gelek şîret keç û kuran hatiye kirin ku piştî zewacê çawa tew bigerin. Qîdeyên herî zêde ji bo bûkê hatine danîn û hatiye çaverê kirin ku êdî dest ji mala bavê xwe bişo seba vê yekê hatiye gotin, bûk çû mala gere dê û bavê xwe têke şimik û ser re derbas be. Dîsa ev şîret li mêr hatiye kirin ku “ tu zewicî jina xwe zef neşîne mala bavê.” Jin wekî kesên piştî zewacê her dem çavê wan li mala bavê ye hatine teswîr kirin. Xwesiyek jî ji ber sersariya bûkê gotiye, “Bûkeke min heye mala bavê de ye.” Mala mêrê wê xezne be jî dîsa çavê wî mala bavê ye.

Dê û bav û pêywendiya wan bi zarokan re biguhêre

Dê wekî formekî jinê û bav jî wekî formekî mêr di nav gelek mesele metelok û gotinên peşiyan de hatine bikar anîn. Lê dîsa em dibînin ku berevajî bav, dê bûye mijara gelek gotinan. Helbet dê wekî jinekê avakara malê hatiye hesibîn. Lema jî peywirên hundurê malê, pê re fêrkirina zarokan jî zêde zêde li dê hatine bar kirin. Ev yeka xwe gotinên pêşiyan de jî dide der. Dê çawa stûna malê ye wisa jî xerca malê ye û neferên malê hembêz dike û dihewîne. Bi vê yekê helbet dibe modeleke sereke jî bo cîvakîbûna zarokan de. Bêşik dê tê çaverêkirin ku herî zêde bandora xwe qîzê bike ne kur, çimkî divê kur ji bavê xwe fêr bibe û pîyê xwe bilind ke cihê bavê daîne. “Kurê bavê xwe” vê yekê dinimîne. Bav ji bo kurê xwe dibe modelekî “mêrxasiyê” û xwebaweriyê ye. Lema divê bav kesên serwext û bitedbîr bin. Wexta ku keç û kur mezin bûn bivênevê ê dê û bavê herin, wekî bav xirab be tê gotin “bav çi se ye, kur jî wa ye.” Her çiqasî cîvaka kurd, wekî cîvakeke baviksalar be jî, gelek nimûne hene ku qîma me pê bê ku di nav civaka kurd de heta demekî nêzîk bandora dayîksalariyê hebûye. Wekî tê gotin, berê texte ya jinan bûye.Ev gotina pêşiya ji alîkî de xirabiyên civata îro kêmasiyên navbera jin-mêran rexne dike[10], alîkî de jî bendewarîya wextên zêrîn yên dayiksalariyê dike. Çawa gelek caran zarok bi navên dayikên xwe, ne bi bavên xwe hatine nasîn. Li ber dilê zarokan dê zêdetir hatiye hezkirin û hatiye gotin, “dê ji bav şirîntir e”, “dê hejandiye, dê mêjandiye”, “zarok li ser milê dê mezin dibin”, “zarok ya dê ye ne ya bavê ye”. Mirina bav, li hember mirina dê bandorê zarokan nake û hatiye gotin, “bav dimire, zar nizanin bavê wan miriye, dê dimire stûyê wan xar dibe.” “Wexta dê dimire, destê wê jê bikin, pê êtîman bikutin.” Cihê dê ewqasî payebilind e ku hatiye gotinê ”dayîk hat derda, Xudê rabû berda.” Dê dîsa jî bi tena serê xwe nikare zarokan xwedî û mezin bike û “tev bavê weke cot bask e.”

Balkêşe di gotinên pêşiyan de wexta gotin tê ser jinê herî zêde taybetiyên xirab tên nişandan lê belê wexta jin dibe “dê” ev ziman diguhere zimanekî nerrm, wê wextê wekî jinekê “dê” mêr bi qîmettir, bi hêztir, bi dilrehmtir ( dê doşeka zara ye) û zanatir tê nîşandan. Dê di elimandina zarokan de navgina sereke ye û perwerdeya ewilîn dê dide zarokan lema “dê medresa zara ye.”

  • Qîz tim û dayîm pişta dêye.
  • Diya qenc qîza qenc jê dikeve.
  • Bextê dê cihêzê qîzê.
  • Dê li dotê tê, giha li kokê tê.
  • Kurê bavê çêdibin,

Sed salî dinê dibin, Dîsa rokê fêna bavê dibin.

  • Kurê mêrxas bava diçin.
  • Kurê meriv ronaya çevê meriv e.
  • Mala kuran, malê duran.
  • Qîz qîza dê ye.
  • Diya meriv ronaya çevê merive.
  • Îsan çiqas çê ye, ille dê ye,
  • Îsan çiqas pake, îlle make.
  • Jina çê ber dara dergûşê belî dike.

Zarokên keç û yên kur biguhêre

Di civakên kevneşop de sedema herî giring ya avakirin û rewşa malê hebûna zarokan e. Jixwe mala bê zarok xirabe hatiye zanîn. Qîmeta ku ji bo zarokan hatiye danîn rewşa çandî û civakiya miletekî radixe ber çavan. Di malê de cih û nirxê zarokan li gor her civakekê û li gor guhastinên çand û civakî yên heman civakê diguherin. Di nav gotinên pêşiyan de jî kevneşopi mora xwe gotinan xistiyê û helbet ev yeka di nav civaka kurdan de jî eşkere ye. Herçiqasî gotinekî pêşiyan de hatiye gotinê, “kur jî ewled e, qîz jî ewled e” lê civak hertim zarokên kur keçikan zêdetir xwestine û kur wekî berdewamîya malê hesibandiye. Nebûna kur wekî bêruh û bê giyanbûnê hatiye zanîn. Kurê mezin wekî cîgirê bav û dara pişta bavê ye lê qîz warê xelkê ye. Qîz ne ji nefera malê ne. Qîz zêr be jî mala bavê de namîne.Kur ezîzê malê, çara bavê, axayê malê û wexta zewicî jî cinarê bavê hatiye hesibîn. Bazîl Nîkitin jî destnîşan dike “ kur zêdetir tê xwestin û her tim ber dilê dê bava ne. Keç kêm caran ber dilê dê bava ne. Eger hemû zarokên jinekî qîz bin, dilê xelkê pê dişewite û her tim tinaz û qerf lê tên kirin”[11]. Diya qîzê jî wek jin keçikan naxwaze, çimkî zarên keç wekî gunehkariya jinê tê pejirandin. Qîmeta jinê bi kurên zêde ve bilind dibe û bûkekî gotiye; “ Bûkê gote xezûr, diçî şeher kumekî kurê min re bîne, go; lawo, kur te ra bive, ezê kolozê xwe daynim serî.” Çawa di gotinên pêşîyan de newekheviyek di nav jin û mêran de hatiye danîn ev yeka di navbera keç û kuran de jî hatîye danîn. Xeysetên jinan keçan jî hatine bar kirin û xeysetê mêran jî kuran hatine bar kirin. Cih û rolê qîz û kuran jî hatiye destnîşan kirin û civakê rêyeke zêde fireh nedaye qîzan, divê tixûbê wan nav malê be wekî “kur dikare bibe mîr, qîz gotî bibe dê.” Dîsa tê gotin ku qîz teşîya dê radike, wekî şuxulên nav malê dike û fêrî rolên dayîkan dibin, kur jî dara bavê bilind dike wekî ebûra malê ser wî ye û fêrî rolên bavan dibin.

  • Kur jî ewled e, qîz jî ewled e,

Herdu jî hevdu şîrintir in

  • Kur dûê kuleka bavê xwe ye
  • Kur tune, ruh tune.
  • Xirab dibe mala zêran,

Xirab nabe mala kuran.

  • Qîz li taxiriya dê ye, kur milkê bavê ye
  • Qîz teşya dê radike
  • Qîz malê xelkêne, mêvanê bavan in.
  • Qîz dîwarê xelqê ye.
  • Qîz ewledê xelqê ye
  • Qîz warê xelqê ye,
  • Qîz mêvanê malê ye.
  • Qîza kê heye ew padşa ye.
  • Qîza kê heye kulê wan zef in.
  • Qîz dara şkestiye.

Wexta ku jinik dibe ducanî çaverê tê kirin û amedekarî tê kirin seba kurekî, ger keçik bibe wê wextê rûtirş dibin. Dîsa qerf wî kesî tê kirin wekî “bavê keçikan.” lema hatiye gotin, kur dibin herdu desta digirin, qîz dibin destekî digirin. Çimkî, qîz bi destekî tê girtin, warê xelqê ye.

  • Jina wî hemle ye, kumekî kura anîye.
  • Qîz e lema, bavê medekirî ye.

Dîsa qîz wekî kesên cahil, dilçivîk, serhişk hatine şayesandin carcaran jî qîz wekî gula malê, sêva sor hatine binav kirin. Wekî bi forma bedew, diltenik, gêj, berevajî vê yekê jî kur wekî xezne, dur, mêrxas car caran jî wekî keçikan cahil, nezan û gêj hatine bi nav kirin. Divê miqyata qîza bin an teqez yên biryarên xelet werbigrin. Jixwe lawiktî û keçiktî qonaxeke cahiltiyê ye û wî qonaxê de her du alî jî serhişk in, ne serwext in, bêaqil in û gêj in. Wekî gotinekî de jî derbas dibe ; Gayê pîs tim golik e, mêrê pîs tim lawik e, jina pîs tim keçik e. Ev analîzeke derûnîye ku civakê karîye vê yekê bibîne. Li gor rewşa kesayetiyê sê rewş hene; Cahal, dêybav û ahal. Keç û kur wekî kesayetiya cahaltiyê de ne ku mêr û jin ger ne serwext bin hertim di vê qonaxê de ne. Dîsa civakê baş çavderî lê kirîye û gihîştiye qinyata kelgengîbûna wan û gotiye, qîz ce ye, kur genim e. Ev yeka jî alîyê mezinbûn û têgihîştinê niha rastîyeke zanyarîyê ye. Qîz çawa dilçivîke, bi vê re jî dilsaf e û kela wî zû radibe û zû dadikeve lema jî çawa di nava dîzê de her tişt zû dikele û sar dibe, hatiye gotin, dilê qîzê kela dîzê. Dîsa ciyawaziya qîza çê û neçê hatiye nîşan kirin û divê qîz çê be û bielime gelek tiştan.

  • Perça jina zû datîne.
  • Dilê qîzê kela dîzê.
  • Qîz bengî dibe, hemû tiştî bîr dike.
  • Qîz ce ye, kur genim.
  • Xwestina qîzê bihêlin, wê yan defçî yan zurnecî bistîne.
  • Qîz piçûkî şîrîn in, mezin dibin xerîb in.
  • Qîz gula malê ye.
  • Qîz dibê; Diya min tê tune be, îda çi xêra min heye herim mala bavê xwe.
  • Qîz yan dê diçe, yan pîrikê.
  • Kur ku heye zevîyê genim e.

Qîz ku heye zevîyê cê ye

  • Qîz pêşê dê hiltîne, kur darê bavê hiltîne.
  • Qîz heye dilçivîk e.
  • Qîza bedew zimanê wî dirêj e.
  • Qîza çê mala bavê xwe de namîne.
  • Qîza bê bav çiyaê bê av.
  • Qîza dîn cirma bavê ye.
  • Qîza bêbext mal de dimîne.
  • Qîza malê xirab e, me qencîya bûkê jî nedît.
  • Qîza namûs ji navê xwe ditirse, qîza bênamûs ji çi?
  • Qîza pak be, heft kura hêja ye.
  • Qîza filankesê xûna mêrekîye.
  • Qîza çê mala bavê xwe de namîne.
  • Qîza çê teyr hewa re here, wê naxiş-nimûş jê hilîne.
  • Qîza re neçe, qîz ter in, qîz zef digerin. Dayka dergûşa re here zû vegere.
  • Qîzê dil kir, tas avît, dîwar qul kir.

Zayenda jin, wekî; bûk, xwesî, jintî, gorim, hewî biguhêre

Di nav civaka kurdan de malbat çiqas giring be, têkiliyên merivatiyê (xizm û lêzim) jî ewqas dorfireh û giring in. Zimanê kurdî de ji bo pêywendiyên merivatiyê gelek peyv hene ku vê yekê piştrast dikin. Wekî, bûk, xwesî, jintî, gorim, met, xaltî, tî, zava, xezûr, pismam, dotmam, keçmet, kurmet, bilxatî…ûhwd. Lê xizmên ku herî nêzîkî hev in helbet kesên bin banekî de ne. Di gotinên pêşiyan de jî mijar dîsa li ser pêywendiyên neferên malê yên jin lod dibin û ev pêywendiyeke nakokî ye.

Di nav pêywendiya malê de nakokî û hevkêşiya herî mezin, di navbera bûk û xwesîyê de hatiye honandin. Helbet nakokîya jintîyan jî bûye barekî giran ji bo malê. Disa di nav malê de hebûna gorimê jî hevkêşiyekî din di nav wê û bûka malê de car caran derdixe pêş. Lê di malê de hebûna hewî an hewiyan ji bo jina yekem derdê herî giran e, wek jana tiliya û qolinciya rûvya ne. Tiştekî balkêş e, her dem nakokî di nav jinan de tiştekî asayî hatiye qebûl kirin û wekî bûyereke rojane hatiye pejirandin. Lê me di nav gotinên pêşiyan yên hatine analîzkirin de qet tesbît nekir ku nakokî di nav xezûr, zava, bûrayan dê çêbibe. Gelo sebeba vê yekê rastiya civakê an jî di ser gotinê wekî jina kesên nakokîhez û xwedî pirsgirek nîşandan e. Helbet di nav malê te herî zêde xwesî û bûk mecbûr in ku şuxulên malê bi hevre bikin ev yeka bi xwe re çend pirsgirekan jî derdixe pêş û zêdebûna van cure gotinên pêşiyan û metelokan derxistiye pêş.

Gelek gotinan de xwesî kesên dilreq, bê wijdan û bê îman, bûk jî kesên belengaz, bê zar û ziman hatine destnîşan kirin. Ew mal, mala xwesiyê ye. Hevkêşî li ser serkariya malê daye. Xwesî serkar e û ger malê de jintî zêde bin yek dixweze nêzî xwesiyê be û dixweze bikeve dilê xwesiya xwe ku jintiyên xwe yên din alt bike. Çend gotinan de jî xwesî destê bûka xwe dikeve hawarê. Civatê jî ev yeka neecibandiye û gotiye “eva çi derd e, bûk dibêje xwesiyê; rabe kerê berde.” Ecêba bûkê heyirîne wekî, bûkê heft xwesî xeniqandiye, ji bilqe-bilqa sewil ditirsiya ye. Bûk benda mirina xwesiyê ye û bi vê yekê re cihê wê fire dibe û “Xwedê dide wê.” Bûk gotine “xazî xasî tunebûna, bûk dilê xwe bûna.” Di nav vê hevkêşiya xwesî û bûkê de mêr bêçareye û dibe terik. Pêşiyan bûkê şîret kirine ku bûkeke “çê” be ku xwesî jê re “dê” be.

  • Jin ew e zarê xwe xweyke.
  • Jina wî jin e, lema mala wî rengîn e.
  • Jinê bira, mîna gura.
  • Jinê biran vêkevin derdê giran

Bi ro bêşin guh, bi şev bêşin diran Temê nadine biran.

  • Jintî hevra baş bin, bira hevra neşaş bin.
  • Xew nema li çûka,

Qumaş nema li sûka Şerm nema li bûka.

  • Pîrek pîr e pê nabe, bûk razaye ranabe.
  • Ne golik heye bimije, ne xwesî heye bikuje.
  • Nebînim bûka ewt-ewto, nebînim xasîya kewt-kewto.
  • Dîwaro ji te re dibêjim, bûkê tu fêr bibe.
  • Qîzê ez te re dibêjim, bûkê tu bibîze.
  • Qîz û bûk malê de hev nakin.
  • Bûk çê ye, xwesî dê ye.
  • Mal bê ard û bilxur dibe, bê benîşt nabe.

Zayenda mêr, wekî; bav, bira, bapîr, xezûr, zava biguhêre

Zayenda civakî û zayendperestî berê ewil di dilê merivan de şikl digrê û paşê xwe berdide ser zimên û bi xêra zimên dixweze bibe rastiyeke civakê. Wexta em behsa pêşiyan an jî mezinan dikin, behs hertim tê ser mêran. Wekî gotinên bav û kalan. Dîsa kesên zana û aqilmend re jî rûspî tê gotin ku ev herdu peyv jinê derdike. Gotinê dike gotina mêran, çi bav be, çi mêr be, çi lawik be. Di peyva “mêranî” jî her çiqasî xeyseteke hêzê bê bikaranîn jî, dîsa li hember bêhêzbûna jinê û kêmasiya wan û şerten mêrbûnê derdixe ber çavan. Peyva “mêrxas” jî dîsa vê yekê dinimîne.

Ji ber ku neferên malê yên mêr ne zêde di mal de dimînin lema nakokî û hevkeşî bi qasî jina di nav wan de nehatiye zimên. Bav, bapîr wekî mezinê malê hatine hesibîn. Li ser nakokîyên xezur û zava an jî xwesî û zava jî hema hema qet gotinên pêşiyan nehatin tespît kirin. Berevajî hevrikiya bûk û xwesîyê, navbera zava û xwesî-xezûr gelekî baş tê nimandin. Ev yeka jî disa piştrast dike ku malbat bi zayenda jinê ve hatiye zanîn û temsîl kirin.

  • Mêr mêrtî, jin jintî gotî.
  • Baê mêra rabe, wê zebeşê bide bê.
  • Kuştina mêran e, xeta jinan e.
  • Mala zêra pûçe, mala mêra qûç e.
  • Mêra mêr dikuşt, jina( Cibro, Senemê, Hûro) hûr- rûvî dişûşt.
  • Mêra mêr dikuştin, jina hûr û rûvî dişûştin.
  • Ne mêrê şermoke, ne jina kenokî.
  • Jin dixeydin diçin mala bavê, mêr dixeydin diçin mala mêra. .
  • Mêr divê ser gotina xwe bisekine.
  • Mêr bi qirara, hesp bi hevsara.
  • Mêranî derket dunê, çi jin çi mêr.
  • Mêrxasî rewşa mêra ne.
  • Merî jina xwe bide xelqê, hespê bin xwe de nade xelqê.
  • Bira pişta bira kelaye

Li ser jin û mêran daraziyên gelemperî biguhêre

Wexta ku em li ser gotinên pêşiyan hûr dibin, tişta ku herî zêde baldikişîne zêdebûna gotinên li dij jinê û jiqîmetxistina jinê ne. Gelek daraziyên neçê hatine rêz kirin û ev darazî bi xêra zêna civakê ji nifşên nû re dibe pêşdarezî. Jin û mêr wekî gotinên pêşiyan de çawa hatine cibicî kirin, wisa jî tên pêjirandin. Helbet ev yeka ne tenê gotinên pêşiyan yên kurdî de, gotinên pêşiyan yên gelek miletên din, belkî jî yên kurdî de zêdetir û neçêtir jî hene. Ew dîyarde hema bêje gelemperî ye. Daraziyên neçê yên sereke bêaqilî, rik, serhişkî û zêdegavîya wan de ye. Lê dîsa jî jiyan bi wan re jî, bê wan jî nehatiye tesewur kirin. Jin him bûne “jin”, him jî bûne “jan”. Him bûne “seyd” him jî bûne “qeyd”. Him melhemê dilan in, hin jî derdê bê derman in. Dîsa jin wekî zarxweş û dil dijmin hatine nîşandan.

Di gelek gotinan de jin di bin siya mêrê xwe de hatiye teswîr kirin, mêr jinê xwey dike û yê ku jinê tîne rê û şikl didê mêr e, lema “hasilkirina jinê jî divê destê mêr be”. Jin wekî qarekê giran e û divê qara wê nedine serê mêrê wê. Wexta gotin tê ser jina xirab û cînarê xirab, derman jî hatiye gotin; cînarê xirav dûrkeve û jina xirab berde. Lê zêde behsa mêrê xirab nehatiye gotin û mêrê xirap ne tê kuştin ne jî tê berdan. Jin tîmsala namûsê hatine qebûl kirin û divê navê mêrê xwe di her şert û mercê de bilind bikin. Dîsa divê çevê jinê her li mal be ne li der be. Ger çevê wê der be mal û mêr xwelîser in. Bêyî qayîlîya jinê kes nikare dest bide ser. Di vir de jî îradeya jinê û hêza wî hatiye nîşandan. Ê jinek bike, êlek nikare bike. Herçiqasî mêr timsala xurtbûnê û li ser jinê re hatiye detnîşan kirin jî, di malê de dîsa jî gelek caran gotin gotina jinê ye û “mêrek nîne ku jina xwe netirse.” Û Xwedê hatiye xwestin ku “mêra ji şerê jina bixefrîne.”

  • Jin him gula çevan e, him jî kula çevan e.
  • Kolozê mêr, jin bilind xwey dike.
  • Wekî jin zengûê nede mera, ordî jî bê pê nikare.
  • Jina baş, bê mene birê mêrê xwe ye.
  • Jina baş emrekî dirêj e, jina nebaş derdekî bê derman e.
  • Pîrekê ku zimandirêj e, zilamê qenc nekeve tora wê.
  • Namûsa jinê çeka mêr e.
  • Namûsa mêr jin xwey dike.
  • Jinê dardakî, hela bakî, wekî nexweze, nikarî namûsa wê undakî.
  • Wexta jinê xwe bênamûsî girt, mêr bibe şûrê du dev pê nikare.
  • Minê, minê, xilas nabim destê jinê.
  • Jin mêra şaş dike, careke din feş dike, careke din mêrê xwe erdê re kaş dike.
  • Jin rû te neynike, pişt te dûzan.
  • Jin ku heye nola( mîna) mer e, nîvkuştîye.
  • Destkuja jina naê xwarinê.
  • Mirîşkeke xêr, jineke bêxêr çêtir e.
  • Pîrek mirîşka kor in.

Encam biguhêre

Mesele, metelok û gotinên pêşiyan derbirîna hişmendî û bîr û baweriyên civakê ne. Ev gotin, fikr, raman û hewldanên civakê di nav xwe de dihewînin. Ev fikr û hewldanên cîvakê jî bivênevê bandoreke mayînde li ser bîr û boçûnên takekesan dikin. Takekes bi pêvajoya cîvakîbûnê ve ev gotinên ku dibihîze, li gor bûyer û dîyardeyan şîrove dike û ev yeka jî şikl dide dinyaya wan. Lema mesele, metelok û gotinên pêşiyan li ser kesayetî, derûnî, civakî û bere bere li ser zimanê takekesan û cîvakê guherînên çê an jî neçê derdixin holê.

Li dor van pêzanînan em dikarin bibêjin ku di nav gotinên pêşiyan yên kurdî de yek jî mijara herî zêde hatiye bi kar anîn, mijara zayendî ango, gotinên li ser mêr û jinan hatine gotin in. Vî derbarê de jî hema bêje jin cihekî giring dagirtiye. Peywira malê û têgihîştina zarokan, kar û barê malê li ser jinê, kar û barên derve, rêbirina malê, spartina neferên malê jî li ser milê mêr hatine bar kirin. Gelek xeysetên neçê û xirab jinê hatine bar kirin lê berevajî vê yekê mêr zêde nehatine rencîde kirin. Berevajî vê yekê ji bo jina gelek gotinên neçê û lomekirî hatine ser zar û wekî mesele, metelok û gotinên pêşiyan di nav civakê de cih girtine. Dîsa wekî amûrekê cîvakîbûnê hatine bikar anîn û şîret li jina û mêra hatiye kirin ka çawa tew bigerin, çawa bifikirin. Lê wexta jin dibe dê di gotinên pêşiyan de cihê xwe yê bilind û hêja digire êdî xirabbûna wê tune. Stûna malê ye, per û baskên xwe li ser malê vedike û mêr û “bav”ê ezîztir û şirîntir dibe.

Mijara zarokên keç û kur û pêywendiyên wan bi dê û bavan re jî di nav gotinên pêşiyan de hatine detnîşan kirin. Zarokên kurîn ber dilê dê bavan û helbet ber dilê cîvakê ezîztir bûne û hatiye xwestin ku mal tijî kur be. Çimkî kur xwedî malê û berdewamîya tovên bavê xwe hatiye hesibîn. Keç ne neferê malê bûye, her dem mêvan bûye. Helbet di vê yekê de bandora baviksalariyê û desthilatdariya mêran bi xêra gotinên pêşiyan jî hatine reva kirin.

Em hema hema her roj di her qadên jiyanê de rastî bilêvkirina zayenda civakî tên. Ev yeka di nav gotin û kirinên rojane de pir eşkere xûya dibe. Li gor her qaîdeyên cîvakê gotinek hatiye peyda kirin û çi xwendî, çi nezan; çi gundî çi bajarî; çi jin, çi mêr li ser zimanê her kesî ji bo rûdanekî, gotineke pêşiyan an jî îdyomek heye. Ev mesele, metelok û gotinên pêşiyan dora mijara zayendê de lod bûne. Ev yeka jî gelek agahî û rastiyên civakî û çandî pêşkeşî me dike. Mînak; mêr û jin ne wekî hev hatine qebûl kirin û mêr li gor çîrokên baweriyên olî yên aferînê, taybetiyên ku bi aliyê Xwedê hatine baxşandin ve her dem pêş jinê û jê bilindtir û zanatir, serwexttir û xurttir hatine nîşandan û pejirandin.

Xulesa di nav mesele, metelok û gotinên pêşiyan de wexta mijara zayendê tê kirinê, mijar bivênevê li ser jinê ( û keç, qîz, , xeyset û erkên wan) tê lod kirinê lê herçiqasî mêr malxwê malê be jî ji bo wan gotin gelek kêm hatine gotin. Ev jî rastiyekê nîşan me dide ku wesfeke makî, malbat û malê ve hatine girêdan ji xwe zimanê kurdî de jî ev herdu têgih mê hatine pejirandin. Bi vê yekê re jî jin ketiye bin siya mêr û di nav malê de hatiye sînor kirin, lê belê sînorê mêr bê ser û ber hatiye nîşandan û mêr û mêrtî wekî nirxekî bilind hatiye destnîşan kirin.

Çavkanî ( Ev gotara di sala 2015 ê de Şemoyê Memê nivîsîye û kovara ZENDê da hatîye veşandin) biguhêre

  1. ^ CELÎL, Celilê & CELÎL(2005), Ordîxanê; Mesele û Metelokên Gelê Kurd, Weşanên Enstîtuya Kurdzaniyê, Viyana
  2. ^ AKBALIK, Esra, (2013), Türk Atasözlerinde Cinsiyet Algısı ( Têgîna Zayendî di Gotinên Pêşiyan yên Tirkî de), Di nav kovara Sosyal Bilimler Dergisi ya Zaningeha Dumlupınarê- Hejmar 36, rr.81-90)
  3. ^ BORAK, Mustafa;Ferhenga Biwêjan, Enstituya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol
  4. ^ GİDDENS, Anthony (2008): Sosyoloji, Weşanên Kırmızı, Stenbol
  5. ^ CINDÎ, Heciyê (1985), Meselok û Xeberokêd Cimaeta Kurda, Akademiya Ulmayê YSS li Ermenistanê İnstituta Rohilatzaniyê, Erêvan rûpel 13
  6. ^ CIZÎRÎ, Şerefxan(2011), Edebiyata Devkî û Sosyalîzasyon, Weşanên Aram, Amed. Rûpel 15
  7. ^ ALAKOM, Rohat; (2013), Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan, Avesta, Stenbol,Rûpel 74
  8. ^ CINDÎ, Heciyê (1985), Meselok û Xeberokêd Cimaeta Kurda, Akademiya Ulmayê YSS li Ermenistanê İnstituta Rohilatzaniyê, Erêvan
  9. ^ Huseyîn Deniz; Gotnê Pêşyê Kurda (1991), A. Balî, Gotinên Pêşiyan ên Kurdî (1993), Mustafa Borak, Biwêjên Kurdî( ) , Çiya Mazî, Ferhenga Gotinên Pêşiyan(2012), Salihê Omerî, Ji Gotinên Pêşiyan( ?), Mehmet Öncû, Gotinên Pêşiyan(2009). Xelîlê Çaçan, Gotinên Pêşiyan(2015), Abdülkadir Bingöl, Gotinên Pêşiyan û Biwêj( 2014)
  10. ^ ALAKOM, Rohat; (2013), Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan, Avesta, Stenbol,Rûpel 76
  11. ^ NİKİTİN, Bazil(1994), Kürtler, Sosyolojik ve Tarihi İnceleme, Weşanên deng, Stenbol,Rûpel 192