ZIP formateke dosyayê ya arşîvkirinê ye ku daneyan bê ku melûmatê wunda bike piçûk dike. Formata ZIPê gelek algorîtmên piçûkkirinê qebûl dike, lê DEFLATE ya ku herî gelek tê şuxilandin e. Ev format bi rastî di sala 1989an de hate çêkirim û cara pêşî di PKZIPa PKWARE, Inc.ê de hate bicihkirin,[2] ji bo cihê formata berê ya piçûkkirinê ya ARCê ya Thom Henderson bigire. Dûvre forma ZIPê ji xeynî PKZIPê ve ji gelek program û alavên din hate piştgirtin. Microsoft ji sala 1998an ve bi pêveka "Plus! 98" ya ji bo Windows 98ê ve di versiyonên Microsoft Windowsê de pişta ZIPê digire (di bin navê "folderên piçûkkirî" de). Piştgiriya di Windowsê bixwe deji sala 2000 de di Windows ME de hate lêzêdekirin. Apple ji Mac OS X 10.3 ve pişta ZIPê digire. Di bêhtirê sîstemên xebitandinê ên serbest de piştevaniya ZIPê heye.

ZIP file format
Xilasiya navê dosyayê.zip .zipx
Cûrê medyayê ê înternetêapplication/zip[1]
Uniform Type Identifier (UTI)com.pkware.zip-archive
Reqema sihrî
  • ne tiştek
  • PK\x03\x04
  • PK\x05\x06 (empty)
  • PK\x07\x08 (spanned)
Hate çêkirin jiPKWARE, Inc.
Weşandina pêşî14 sibatê 1989 (berî 35 salan) (1989-02-14)
Latest release
6.3.9
15 tîrmehê 2020 (berî 3 salan) (2020-07-15)
Cûrê formatêPiçûkkirina daneyê
Extended to
StandardAPPNOTE from PKWARE
ISO/IEC 21320-1:2015 (a subset of ZIP file format 6.3.3)
Formata serbest?Erê

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Registration of a new MIME Content-Type/Subtype - application/zip, IANA, 20 tîrmeh 1993, roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2012
  2. ^ "Phillip Katz, Computer Software Pioneer, 37". The New York Times'. 1 gulan 2000. Roja gihiştinê 14 hezîran 2009.