Zîna Zêdan lehengeke jin a destan, çîrok û çanda devkî ya kurdan e. Evîndariya Memê Alan e. Keça mîrê Cizîra Botan e. Ew jî wekî Mem têkoşîneke bêhempa dide lê bi ser nakevin, daku bigihên miradê xwe. Rastî îxaneta Bekoyê Ewan tên. Beko bi dek û dolavan nahêle yekîtî, serkeftin û aşîtî çêbe di koşka Mîr de. Herwekî nahêle Mem û Zîn, ango Memê Alan û Zîna Zêdan bigihîjin miradê xwe. Zîna Zêdan li zîndana bavê xwe. Li ser meytê Mem jehrê vedixwe û dawî li jiyana xwe tîne.

Mem û Zîn destaneke neteweyî ya kurdan e.

Çavkanî biguhêre