Kassîtî, piştî dema sumerîyan wê di destpêkê de nêzî 400 salî desthilatdarîya wan li dar bê. Piştre jî wê bidomê. Î ro ku ku em li wê dime dinerîn, em hê jî, gelek gotinên ku wan weke navê xwûdayê bi kar dihanî rastî wan tê, Minaq, Zînî, Başu, Maşu û hwd, Navê Başu û Maşu, taqabûlî navê Înanna dikin. Navê xwûdayê wan Hudha heya. Hundha, xwûdayekî wan yê li azmana ya. Di tefsîran de, navê Zînî tê ziman. Lê xoslet û teybetmendiya wê xwûdayê çîya, nayê zanîn. Sugurra Beremberî Marduk tê. Surîas, weke xwûdayê rojê, tê tefsîrkirin.

Navê Mirîas, ku di tefsîrkirinan de, bi navê "mirîzîr" jî ziman, tabûlî Venus tê tefsîrkirin.

Navê Hala ku beremberî Nusku tê, bi navê wî re gotina "sala adar" tê xwandin.

Xwûdayê heyvê "Šipak, Šipaq, Šipag"

xwûdayê rojê "Šuriaš" navê xwûdaya ku beremberî yê Îştar tê "Nanai", an jî "Nanna"

Navekî din ku weke navê xwûdayê rojê tê ziman "Saḫ"

Navê xwûdayekî ku weke "xwûdayê kalîk" tê ziman "Kaššu" an jî "Gal-zu", di vir de vê jî bêjim ku di wê demê de "gal-zû" tê bi kar hanîn, di vê demê de "kal" kurd bikar dihênin.

Qassîtîyan, navê "Kamulla", "Akmul" tênin ziman, Wate vê gotinê jî ew ku "masîyekî ku xwediyê rûyê mirov"

Navê xwûda, "hala", û "sala" weke navê xwûdayaka jin ku jîyan û malê ya. Sembola wê, "simbileka genim" a.

Çavkanî biguhêre