Yasemîn Muqbilî
Jasmin Moghbeli (jdb. 24ê hezîrana 1983an) firyareke ezmûnê ya hêzên deryayî ya DYAyê û esmangereke NASAyê ye.
Jidayikbûn | |
---|---|
Bernav |
Jaws |
Hevwelatî | |
Perwerde |
Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts Naval Postgraduate School (en) Baldwin Senior High School (en) |
Pîşe | |
Endama |
NASA Astronaut Group 22 (en) |
Artêş |
United States Marine Corps (en) |
Payeya leşkerî |
Lieutenant colonel (en) |
Xelat |
Medalyaya hewayî Achievement Medal (en) Commendation Medal (en) |
Jiyana berî û perwerde
biguhêreMuqbilî di 24ê hezîrana 1983an de wek keça Firîşte û Kamî Muqbilî li Bad Nauheim ya Almanyayê hatiye dinyayê. Dê û bavê wê piştî Şoreşa Îslamî ya 1979an ji Îranê reviyan û pişt re koçberî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bûn û li Baldwin, New Yorkê bi cih bûn. Muqbilî dema ku xwendekar bû beşdarî Dibistana Bilind a Baldwînê li New Yorkê û Akademiya Valagehê ya Pêşkeftî ya li Kampa Valagehê ya Huntsville ya li Alabamayê bû. Wê li Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts (MIT) di warê endezyariya hewa-fezayê de bi teknolojiya agahdariyê bawernameya lîsansê wergirt û ji bo Endezyarên MIT-ê voleybol, lakros û basketbolê lîst.
Kariyera leşkerî
biguhêreMuqbilî di sala 2005an de wek efser li Hêzên Deryayî yên Dewletên Yekbûyî hate wezîfedarkirin û wek firyara Super Kobra AH-1 hat perwerdekirin. Dema ku di karûbarê Piyadeya Hêzên Deryayî yên Dewletên Yekbûyî de bû, wê sê caran li derveyî welêt çalak bû û 150 mîsyonên şerî qedandin. Muqbilî destûrnameyeke masterê di endezyariya hewayê de ji Dibistana Derçûyiyên Hêza Deryayî ya Dewletên Yekbûyî li Kalîforniyayê wergirt û her wiha beşdarî Dibistana Firyarên Ceribandinê ya Hêza Deryayî ya Dewletên Yekbûyî li Îzgeha Hewayî ya Deryayî ya Patuxent River li Marylandê bû û bû firyarek ceribandina helîkopterê bi VMX-1 li Îstgeha Hewayî ya Marine Yuma li Yuma, Arîzonayê.
Ji sala 2019an vir ve, wê zêdetirî 2.000 demjimêran firîyaye û 150 mîsyonên şerî de firandine, di nav de mîsyonên li Efxanistanê.
Kariyera NASAyê
biguhêreDi hezîrana 2017 de, Muqbilî wekî endama Koma Esmangeran 22 ya NASAyê hate hilbijartin û dûv re dest bi perwerdehiya xwe ya du-salî kir.
Di kanûna paşîn 2020î de, ligel 13 kesên din, wê bernameya perwerdehiya berendamê esmangeriya NASAyê qedand, û ew bi fermî ehîl bû "ji bo firîna fezayê, di nav de bicihkirina li Îstgeha Valagehê ya Navneteweyî, mîsyonên Artemîs ji Heyvê, û di dawiyê de mîsyonên Behramê."
Di adara 2022î de, ew wekî fermandara mîsyona SpaceX Crew-7 li Îstgeha Valagehê ya Navneteweyî hate tayîn kirin. Mîsyon di 26ê tebaxa 2023an de ber bi Îstgeha Valagehê ve çû. Ew yekem firîna wê ya valagehê ye.
Xelat û rûmet
biguhêreMuqbilî li çar Medalyayên Hewayî, Medalyayek Peşnûzkirina Piyadeya Hêzên Deryayî û û sê Medalyayên Serkeftina Hêzên Deryayî û Piyadeya Hêzên Deryayî wergirtiye.Wê di heman demê de Xelata Dibistana Firyarên Ceribandinê ya Hêza Deryayî ya Dewletên Yekbûyî Pola 144 Xelata Faza II ya Pêşkeftinê ya Berbiçav û Xelata Xwendekara Serkeftî ya fermander Willie McCool wekî Mezûna Rûmetê yê Pola 144 wergirtiye.