Yûnis Das

solîst û strançêkerê Teq û Req ê bû ku vê komê bi stîlen rocka hişk,

Yûnis Das, li Cizîrê ji dayîk bûye û li wir mezin bûye. Wek hobî ji zaroktîya xwe ve bi muzîkê re têkildar e. Yûnis Das, solîst û strançêkerê Teq û Req ê bû ku vê komê bi stîlen rocka hişk, rocka akûstîk û bluesê ya bi Kurdî albumeke bi navê “Keftûlef” a ji deh stranan pêk tê, derxistîye. Yûnis Das ji lîseyê ve bi karên ziman re mijûl e.

Yûnis Das
Jiyan
JidayikbûnCizîr
NeteweKurd
Cureyê muzîkêRock
Salên çalakÎro
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Di salên zanîngehê de li Enstituya Kurdî ya Stenbolê, piştre jî li Cizîrê li Kurdî-der, Malên Pişgirîyên Perwerdehîyê wek rêveber, aktîvîst û mamosteyê Kurdî nêzî 15 salan xebitîye. Di heman demê de lêkolînerî û berhevkarîya dengbêjî û folklorê dike û li Zanîngeha Artukluyê bi navê “Vekolîneke Etnomuzîkolojîk li ser Mihemed Arif Cizîrî” teza xwe ya masterê daye. Romana kult a Sabahattin Ali ya bi navê “Kürk Mantolu Madonna” ya Tirkî, bi navê “Madonnata Mantokurk Lê” bo Kurdî wergerandîye. Di kovar û rojnameyên Kurdî de nivîsên wî derçûne. Di nav edîtorî û lijneya weşana kovarên wek Zend, Hawara Botan, Dibistan, Ziryabê de cih girtîye û xebitîye. Li gel vê jî ji bo amadekirina hin pirtûkên Kurdî bo weşanê karên edîsyonî û redaksîyonîyê kirîye. Piştî şerên bajaran ku sazî û dezgehên Kurdan tên girtin Yûnis Das li gel hevalên xwe ji bo pêşxistina xebatên hişmendîya xwezayê, Komeleya Duçerxe û Xwezayê ya Cizîrê ava dike û bi vê yekê re hin xebatên çandî jî bi pêş dixe û ev xebat di serdemeke teng de ji alîyê civakê ve bi dilgermî tê pêşwazîkirin û ji bo nifşê nû dibe modelek. Yûnis Das wek mamosteyê mekatronîkê yê fermî kar dike. Yûnis Das di sala 2020’an de ji bo derxistina albuma xwe ya soloyê ket studyoyê û dest bi tomarkirina albumê kir. Tê payîn ku albuma wî ya ji 10 stranên bi temamî gotin, muzîk, aranjeyên wî pêk tên, di destpêka 2021’an de derkeve.

DEMÊN TEQ Û REQÊ

Teq û Req Di sala 2008’an de ciwanê Kurd Erdal Dağhanê (daholvan) ku dixwest li gel hin hevalan komeke rock a Kurdî ava bike, ciwanên Kurd Sedat Çeçen (bas gîtarîst) û Yûnis Das (Vokal) nas dike. Piştre ev her sê ciwanên Kurd hin hevalên din jî nas dikin û li studyoyên provayê şîroveya/îcrakirina hin stranan dikin. Ji ber ku ev xebat weke xebatên atolyeyî ne, mirov nikare qala komeke sabît bike. Ev kom nakevin nav xebata îcrakirina muzîka ya li ser dikê û beşdarî pîyaseyê nabin. Sedema vê tiştê jî ew e ku ev her sê ciwan xwedî hin karên din ên debarkirinê ne. Erdal Dağhan teknîsyenê komputer, Sedat Çeçen mamoste ye, Yûnis Das jî xwendekarê zanîngehê û aktîvîstê zimanê Kurdî ye. Anku karê sereke yê van ciwanan ne muzîk e. Tenê dixwazin hobîyên xwe yên muzîkê bi pêş bixin û xebateke kollektîf ava bikin. Motîvasyona sereke ya komê piştî demekê tenê dibe afirandina repertuareke aîdê xwe. Li ser vê fikrê pêşî helbesta Şêrko Bêkes a bi navê “Çar Zarok” beste dikin. Dikare bê gotin ku ev kom bi van xebatên atolyeyî di destpêka 2009’an de li Stenbolê ava dibe. Piştre bi helbestên endamê komê, piştre jî bi helbestên Arjen Arî xebatên bestekirin û aranjekina stranên Teq û Req ê berdewam dike. Tevî ku gelek stran afirandine jî bi qasî çend mehan navekî vê komê tune ye. Yûnis Das pêşnîyara navê Teq û Req ê dike û piştî demekê êdî kom vî navî bi kar tîne. Ji van civat û civînên akûstîk û li studyoyên provayê, di nava du salan de repertuareke bi tevahî Kurmancî ya ji cureyên rocka hişk, rocka akûstîk û bluesê yên pabendî Teq û Req ê ava dibe. Ber bi dawîyê de Yûnis Das û Erdal Dağhan tenê dimînin. Motîvasyona van her du ciwanan ew e ku li stûdyoyê vê repertuarê bi piştgirîya heval û dostên xwe tomar bikin û wan bo pêşerojê wek albumekê mayînde bikin. Di ber karê xwe yê sereke re ev her du ciwan tevî hemû bêderfetîyan di nava du salan de hemû kar û barê albumê bi bişgirîya hin hevalên xwe yên muzîkjen û hunermend dibin serî. Teq û Req bi navê “Keftûleft” albumeke ji 10 stranan pêk tê, bi produktorîya Kom Muzîkê di sala 2012’an de derdixe. Piştî derketina “Keftûleft”ê “ ji ber ku Yûnis Das êdî li Cizîrê dijî û li wir mamostetîyê dike û Erdal jî li Stenbolê ye, êdî derfetên mobîlîzebûna komê û berdewamkirina wê zehmet dibin. Teq û Req ji bilî konsereke li Almanyayê beşdarî tu konseran nabe û bi mecbûrî daxwazên konseran jî nikare bi cih bîne. Li ser vê yekê ji 2013’an ve Yûnis Das û Erdal Dağhan biryarê didin ku Teq û Req wek xebateke kollektîf ji bo pêşerojê bimîne û her yekê li ser navê xwe jîyana xwe ya muzîkê bidomînin. Jixwe îthafa li ser albumê ku bi hevokekê navê hemû stranên komê dihundirîne, di heman demê de nîyet û armanca komê jî dîyar dike: Ev keftûlefta me ya sê salan berdewam kirî, dîyarî bo zarokên çaremîn ên ji serjimêrîyekê nayên hesibandin û bi perîşanîya di şeveke tarî de çûk ji xewnên wan hatîn dizîn, tevî vê yekê li benda pela dawî ya salnamê mayîn da xewnereşkên wan biqedin û Bêrîyên wan ên sayî bi jiyaneke asayî biçin sêrî.

Dîskografî biguhêre

Çavkanî biguhêre