Xwepêşandan û komkujiya qada Tiananmenê ya 1989an

Xwepêşandanên qada Tiananmenê, ku wekî Bûyera Çarê Hezîranê (bi çînî: 六四事件, lat. liùsì shìjiàn) jî tê zanîn,[1][2] xwepêşandanên xwendekaran bûn ku di sala 1989an de li Qada Tiananmen, Pekînê pêk hatin. Ev bûyer bi navê Komkujiya qada Tiananmenê (bi çînî: 六四清场, lat. Liùsì qīngchǎng "Paqijiya Çarê Hezîranê") an jî Komkujiya Çarê Hezîranê (bi çînî: 六四屠杀, lat. liùsì túshā) jî tê zanîn. Di çarçoveya vê bûyerê de leşkerên Artêşa Rizgariya Gel bi tiving û tankan re êrîşî xwepêşanderan û hemû kesên ku hewl didan pêşveçûna artêşê ya ber bi Qada Tiananmenê asteng bikin kirin.

Xwepêşandan û komkujiya qada Tiananmenê ya 1989an
  • 六四事件 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
39°54′12″Bk 116°23′30″Rh / 39.9033°Bk 116.3917°Rh / 39.9033; 116.3917
DewletÇîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Çêker
Dema destpêkirinê
  • 15 nîsan 1989 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
  • 4 hezîran 1989 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara miriyan
  • 10.454 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • crackdown on Tiananmen Square protests of 1989
  • reactions to Tiananmen Square protests of 1989
  • Defacement of Mao Zedong's Portrait on the Tiananmen, 1989
  • Q30947620
  • Tiananmen Square Massacre Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Çîn 1989: Xwepêşandana xwendekaran li qada Tienanme (wêneya Jiri Tondl)

Destpêka xwepêşandanê

biguhêre

Xwepêşandan di 15ê nîsanê de dest pê kir û di 4ê hezîranê de bi zorê hatin tepisandin piştî ku hikûmetê qanûna leşkerî ragihand û Artêşa Rizgariya Gel şand ku hin deverên navenda Pekînê dagir bike. Li gorî texmînan hejmara kuştiyan ji çend sedî heta çend hezarî diguhere û bi hezaran jî birîndar hene.[3][4][5][6] Tevgera neteweyî ya popûler ku ji xwepêşandanên Pekînê îlhama xwe digire, carinan wekî Tevgera Demokrasiyê ya 89an an Bûyera Meydana Tiananmenê tê bi nav kirin.

Xwepêşandan bi mirina Hu Yaobang, sekreterê giştîPartiya Komunîst a Çînê (PKÇ) ya alîgirê reforman di nîsana 1989an de pêk hatin. Li Çîna post-Mao paşxaneya pêşveçûna aborî ya bilez û guherîna civakî hebûn, ku fikarên li ser paşeroja welêt di nav gel û elîta siyasî de nîşan didan. Reformên salên 1980an rê li ber aboriya bazarê ya nûbûyî vekir ku hin kes jê sûd werdigirt, lê yên din bi giranî zirar didît, û pergala siyasî ya yek-partî jî bi rewabûna xwe rûbirû mabû. Giliyên hevpar ên wê demê enflasyon, gendelî, amadebûna bisînor a mezûnan ji bo aboriya nû, û astengiyên li ser beşdariya siyasî bûn. Her çend ew pir bê rêxistin bûn û armancên wan cûda bûn jî, xwendekaran banga berpirsiyarî, pêvajoya destûrî, demokrasî, azadiya çapemeniyê û azadiya axaftinê dikirin. Xwepêşandanên karkeran bi gelemperî li ser enflasyon û hilweşîna refahê bûn. [7] Van koman li dora daxwazên dijî gendeliyê, sererastkirina polîtîkayên aborî û parastina ewlehiya civakî bûn yek. [7] Di dema bilindbûna xwepêşandanan de, bi qasî milyonek kes li qadê kom bûn.[8]

Tepisandin û komkujî

biguhêre

Dema ku xwepêşandan pêş ketin, rayedaran hem bi taktîkên lihevhatî û hem jî bi tundî bersiv da, dubendiyên kûr di nav serokatiya partiyê de eşkere kirin.[9] Di gulanê de, greva birçîbûnê ya bi pêşengiya xwendekaran li seranserê welêt piştgirî ji xwepêşanderan re peyda kir, û protesto li dora 400 bajaran belav bûn.[10] Di nav serkirdayetiya bilind a PKÇê de, Serokwezîr Li Peng û Rûspiyên Partiyê Li Xiannian û Wang Zhen bang kirin ku bi riya tepisandina tundûtûjî ya xwepêşanderan tevbigerin, û di dawiyê de karîbûn ku Rêberê Paramount Deng Xiaoping û serok Yang Shangkun bikişînin aliyê xwe.[11][12][13] Di 20ê gulanê de, Encûmena Dewletê qanûna leşkerî ragihand. Wê bi qasî 300,000 leşker ber bi Pekînê ve seferber kir. Leşker di saetên serê sibê yên 4ê hezîranê de ber bi deverên navendî yên Pekînê li ser rêyên sereke yên bajêr pêşve çûn, di vê pêvajoyê de hem xwepêşander û hem jî temaşevan kuştin. Operasyonên leşkerî di bin fermandariya giştî ya general Yang Baibing, nîvbirayê Serok Yang Shangkun de bûn.[14]

Civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û vekolerên siyasî, hikûmeta Çînê ji ber qetlîamê şermezar kirin. Welatên rojava ambargoya çekan danî ser Çînê.[15] Hikûmeta Çînê bi awayekî berbelav xwepêşander û alîgirên wan girtin, xwepêşandanên din ên li derdora Çînê tepeser kir, rojnamevanên biyanî dersînor kir, bi tundî şopandina bûyeran di çapemeniya navxweyî de kontrol kir, polîs û hêzên ewlekariya navxweyî bihêz kir, û karbidestên ku ew wek alîgir dihesiband ji kar dûr dixist an jî paqij dikir.[16] Berferehtir, tepisandinê reformên siyasî yên ku di sala 1986an de dest pê kiribûn bi dawî kir û polîtîkayên lîberalîzekirinê yên salên 1980an rawestand, û tenê hinek ji wan piştî gera Başûr a Deng Xiaoping di sala 1992an de ji nû ve hatin dest pê kirin. [17][18][19] Bertekên li hemberî protestoyan li Çînê sînor danîn ser îfadeya siyasî ku heta roja îro dom dikin.[20]

Travma û sansur

biguhêre

Bîranîna protestoyan bi berfirehî bi pirskirina rewabûna PKÇê ve girêdayî ye û yek ji mijarên herî hesas û herî sansurkirî li Çînê dimîne.[21][22]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Sonnad, Nikhil (3 hezîran 2019). "261 ways to refer to the Tiananmen Square massacre in China". Quartz. Roja gihiştinê 21 hezîran 2022.
  2. ^ Su, Alice (24 hezîran 2021). "He tried to commemorate erased history. China detained him, then erased that too". Los Angeles Times. Roja gihiştinê 10 gulan 2022.
  3. ^ "How Many Really Died? Tiananmen Square Fatalities". Time (bi îngilîziya amerîkî). 4 hezîran 1990. Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
  4. ^ Affairs, United States Congress Senate Committee on Foreign Relations Subcommittee on East Asian and Pacific (1991). Sino-American Relations: One Year After the Massacre at Tiananmen Square : Hearing Before the Subcommittee on East Asian and Pacific Affairs of the Committee on Foreign Relations, United States Senate, One Hundred First Congress, Second Session, June 6, 1990 (bi îngilîzî). U.S. Government Printing Office.
  5. ^ Kristof, Nicholas D.; Times, Special To the New York (21 hezîran 1989). "A Reassessment of How Many Died In the Military Crackdown in Beijing". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
  6. ^ ""Tiananmen Square, 1989: The Declassified History – Document 9: Secretary of State's Morning Summary for June 3, 1989, China: Police Use Tear Gas on Crowds"" (PDF).
  7. ^ a b Lin, Chun (2006). The transformation of Chinese socialism. Durham [N.C.]: Duke University Press. r. 211. ISBN 978-0-8223-3785-0. OCLC 63178961.
  8. ^ Zhao, Dingxin (15 nîsan 2001). The Power of Tiananmen: State-Society Relations and the 1989 Beijing Student Movement (bi îngilîzî). University of Chicago Press. ISBN 978-0-226-98260-1.
  9. ^ Saich, Tony (1990). The Chinese People's Movement: Perspectives on Spring 1989 (bi îngilîzî). M.E. Sharpe. ISBN 978-0-87332-745-9.
  10. ^ "The Tank Man | FRONTLINE". www.pbs.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
  11. ^ The Tiananmen Papers, edited by Andrew J. Nathan and Perry Link, compiled by Zhang Liang, pp. 468-477, Abacus, 2002
  12. ^ "Tiananmen killings: Were the media right?" (bi îngilîziya brîtanî). 2 hezîran 2009. Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
  13. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 5 kanûna paşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 kanûna paşîn 2017. Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  14. ^ Jacobs, Andrew (18 kanûna paşîn 2013). "Gen. Yang Baibing Dies at 93; Led Tiananmen Crackdown". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
  15. ^ "Talking Points, June 3 - 18, 2014 | US-China Institute". china.usc.edu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
  16. ^ Miles, James A. R. (1997). The Legacy of Tiananmen: China in Disarray (bi îngilîzî). University of Michigan Press. ISBN 978-0-472-08451-7.
  17. ^ "Deng Xiaoping's Southern Tour" (PDF). Berkshire Publishing Group LLC. 2009. Ji orîjînalê di 17 gulan 2017 de hat arşîvkirin (PDF).
  18. ^ Ma, Damien (23 kanûna paşîn 2012). "After 20 Years of 'Peaceful Evolution,' China Faces Another Historic Moment". The Atlantic (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 16 tebax 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 gulan 2020.
  19. ^ "The inside story of the propaganda fightback for Deng's reforms". South China Morning Post (bi îngilîzî). 14 çiriya paşîn 2018. Ji orîjînalê di 26 sibat 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 gulan 2020.
  20. ^ Bodeen, Christopher (3 hezîran 2019). "Prosperity, repression mark China 30 years after Tiananmen". AP News. Ji orîjînalê di 3 hezîran 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 hezîran 2019.
  21. ^ "The consequences of Tiananmen". Reset DOC (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
  22. ^ Goodman, David S. G. (1994). Deng Xiaoping and the Chinese Revolution: A Political Biography (bi îngilîzî). Psychology Press. ISBN 978-0-415-11253-6.