Xizêmok
Xizêmok [1]
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Kom: Asterales
Famîle: Asteraceae
Êl: Cichorieae
Cins: Taraxacum
Cure: T. officinale
Navê zanistî yê latînî
Taraxacum officinale
(L.) Weber ex F.H. Wigg
Hevwate[2][3]
  • Crepis taraxacum (L.) Stokes
  • Leontodon taraxacum L.
  • Leontodon vulgare Lam.
  • Taraxacum campylodes G.E.Haglund
  • Taraxacum dens-leonis Desf.
  • Taraxacum mexicanum DC.
  • Taraxacum retroflexum Lindl.
  • Taraxacum subspathulatum A.J. Richards
  • Taraxacum sylvanicum R. Doll
  • Taraxacum taraxacum (L.) H. Karst.
  • Taraxacum tenejapense A.J. Richards
  • Taraxacum vulgare Schrank

Xizêmok an jî xizêmoke, kulîlkek di malbata beybûnan (Asteraceae) de ye. Navên wê ya din qalişk û '''talûşk''' in. Ew li dinyayê herêmên hevsan de bi taybetî mêrg, kêlekê rê, beravê û kêlekê avê û axên şil de hêşîn dibe. Taraxacum officinale[1] wekî kinif tê hesibandin bi taybetî cihên mêrg û kêlekê rê.

Lê belê hin caran jî bijişkiya giyayî de wek derman tê amadekirin. Xizêmok gelemperî bi kulilkên xwe ya zerrîn xwaş tê naskirin. Serê çîçeka wê ya zer demek şunda diqulipe dibe gilover, wek topekî zîv tê xuyandin û bi ba va hemu rîşêyê wê belav dibe.

Taybetmendiya xizêmokê biguhêre

Taraxacum officinale li ser kokê yekrîşe da heşîn dibe. Li ser koka xwe de ji hejmarên navbera 1-10 qemçik derdixe û her qemçik nabvera 5-40 cm 2.0–15.7 in) dirêj dibe. Hin caran ji heta 70 santîmê digihîje. Qemçika wê caran bi rengê binefşiya vekirî dibe û qemçik tîkayî û sist e. Dirêjahiya kulilkê wek dirêjahiya belge an jî bilintir e. Belgên xizêmok caran bi tîkayî caran jî bi asoyî mezin dibe. Pêkoka belgên wê hene û bêlgên wê him bê çengkirî him jî bi çengên teng va ne. rûyê qemçika wê bê mû an jî bi mûyên kurt va hatiye girtin.

Belgên wê 5-45 cm dirêj û 1-10 berfirehî, bi şeklê lakêşe e û hekî dibe û ji serî belgesi heta bin pêkokê hedî hêdî teng dibe.

Fêkiya wê re cypselae[4] (Sîpsela) tê gotin û bi rengê ji kesk û qehwerengîya zeytûne heta gewr dibe. Şeklê wan oblanceoloid[çavkanî hewce ye] e û 2-3 mm dirêj in û nikilên zirav le da heye. Fêkiya wê de ji 4 heta 12 parsû hene. Kenarê parsûyê tûj e. 24-40 cot kromozomê wan heye caran jî hin 16-32 cot in.

Tomarên berdîne (fosîlî) biguhêre

Dîroka berdimê Xizêmok (T.officinale) ku li Ewropayê hate dîtin digihîje serdema qeşayiyê û navdema serdema qeşayî.[5]

Ekolojî biguhêre

 
Zeviyê xizêmok li Weiler, Awistirya

Welatê xizêmokê Asya û Ewropa ye. Amerîkayê wek berhema xwarinê hat itxal kirin û pişt re di nav bajarên Amerîkayê de belav bû.

Bikar anîn biguhêre

Xizêmok cem kanunçêkeran û baxçevanan wek ade û kinif tê hesibandin û bo nanpêjî zehf tê bikaranîn. Bi pêlen tancikê va şêrabê xizêmok tê çêkirin. Bi qemçika wê ya heşîn va selete tê çêkirin. Bi rîşa wê re jî qehwe tê çêkirin. Li cem xwecihên Amerîkayê wek gihayên bijîşkî tê bikaranîn.

Dermanê Giyayî biguhêre

Xizêmok li Ewropa, bakûrê Amerîka û Çînê di bijîşkiya kevneşopî de tê bikaranîn [6]

Nanpêjî biguhêre

 
Tebaxek bi belgên xizêmokên kelandî û birincê wehanî

Belgên xizêmok bi kelandî, xav û bi şiklên ciyawaz tê xwarin, wek şorbe û selete.. bi piranî belgên gihîştî tên kelandin û belgên negihîştî u nevekirî di nav selete bi şiklê xav tê xwarin. Tehma belgên xav hibkekî tehl e. Seleteya xizêmok gelen caran bi hêka kêlandî re tevlî hev dibe û tê xwarin. Bêlgê xizêmok beta-karoten, vîtamîn C, hesin dihundirîne û hejmara wan nav belgê da zef e. Bi Kulilka xizêmok va şerab tê çê kirin û bo çêkirinê şerabê pir tarîfa pêjtinê heye. Bi wê re Vexwarinên din jî tê çê kirin, li îngîlistanê vexwarinê xizêmok bi navê Dandelion and burdock va zef navdar û popûler e. Bikar Anîna din jî çêkirina rîçal e. Li Polonyayê de bi taybetî di bajarê sîlesîa û bajarên dinê da wek xoş av tê çêkirin û lîmon jî tê xistin . Koka xizêmok jî çêkirinê qehweyên bê kafêîn da tê bikar anîn.

Bêjenasî biguhêre

Navê Taraxacum ji peyva erebî taraxşaqun an jî taraxşagog[7] hatiye afirandin. Wateya ‘’taraxşaqun’’ giyayê tehl e. Her wekî peyvê yewnanî jî Ταρραξος (tarraksos) (ku wateya wî "qesirandin" e) tê hesibandin.[7]

Wêneyên xizêmoke biguhêre

Çavkanî biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
  1. ^ 1897 illustration from Franz Eugen Köhler, Köhler's Medizinal-Pflanzen
  2. ^ "Tropicos - Name - !Taraxacum officinale F.H. Wigg". tropicos.org.
  3. ^ "Taraxacum campylodes G.E.Haglund — The Plant List". theplantlist.org. Ji orîjînalê di 20 adar 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 nîsan 2020.
  4. ^ "Cypsela". Steere Herbarium, New York Botanical Garden. Roja gihiştinê 18 sibat 2020.
  5. ^ "Taraxacum officinale complex (dandelion)". Cabi.org. Roja gihiştinê 17 hezîran 2019.
  6. ^ Katrin Schütz, Reinhold Carle; Andreas Schieber (2006). "Taraxacum—a review on its phytochemical and pharmacological profile". Journal of Ethnopharmacology. 107 (3): 313–323. doi:10.1016/j.jep.2006.07.021. PMID 16950583. {{cite journal}}: Parametreya nenas |lastauthoramp= tê tine hesibandin (|name-list-style= tê pêşniyazkirin) (alîkarî)
  7. ^ a b Gledhill, David (2008). "The Names of Plants". Cambridge University Press. ISBN 9780521866453 (hardback), ISBN 9780521685535 (paperback). pp 279, 371