Gite, Silopî
Gundekî Silopiya Şirnexê
(Ji Xite Cedîd hat beralîkirin)
Gite, Gite Cedîd (1928: غطهء جديد / Guitté djédid; 1946: Gitta; bi tirkî: Çalışkan), gundekî ser Silopiya Şirnexê ye. Gite navê wê yê ku têt zanîn di bîrahiyên kevn de li dev xelkê gundê Gite. Gite dikevit rojhelata qezaya Girgê, Silopiyê.
Gite Çalışkan | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Şirnex |
Navçe | Silopi |
Nahiye | Silopi (navend) |
Binebeş | |
Şaredar | İsa Yiğit (AKP) |
Demografî | |
Gelhe (2012) | 4.406[1] kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 37°17′46″Bk 42°38′33″Rh / 37.29611°Bk 42.64250°Rh |
Bilindayî | 690 m |
Koda postayê | 73400 |
Koda telefonê | (+90) 486 |
Gundên hevsinor li gel gundê Gite
biguhêreLi bakurê rojhelat, gundê Slib (Silibê) û Herbol; li bakurê rojava, gundê Dêresor û Dêredevş û Bêspin; li rojava gundê Kunsera û Kûlya; li başur gundê Dehlik û Hewrêz û Kernê û Kîzzav. Ev çend gund dikevine başurê Kurdistanê.
Gite ji konfederasyona gundên Bêrsoveyan e, ango giteyî bêrsoveyî ne û ji eşîreta Hacî Bedirya ne.
Cihên kevnar li gundê Gite
biguhêre- Kaniya Mêra, Kehniya Mêran, ango ev kanî taybet ya zelaman e.
- Kaniya Jinka, Kehniya Jinikan, ango ev kanî taybet e bo afretan bi tenê.
- Kaniya Sirkkê, Kehniya Sirkê, ava ya cemidî ye li werzê havînê gundiyan ji bo vexwarina xwe an ji kaniyê diînan.
- Kaniya Lîçê, Kehniya Lîçê, ev kanî ji behra pitir avreta bi kar diînat.
- Kaniya Axê, Kehniya Axê, ya ji karkeftî ye.
Ev kanîyên ku me li jor navê wan dest nîşan kirîn hemû kaniyên dîrokî ne û dîroka wan kes nizanit yan ji gundî nizanin ka yên kî serdemîne.
Ziyaretên gundê Gite
biguhêre- Feqê Kilîs
- Pêlan
- Tirbên Mîra
- Şêx Ehmed
- Ziyaretê mezin
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |