Xindeq

Gundekî Stewra Mêrdînê

Xindeq, mezreya Çilstûnê ye. Berî ku bihête valakirin niştecîhê wê Şêxên Mala Bûbê bûn. Gund niha vala kirine.

Malên valakirî yên Xindeqê
Xindeq
Xindeq 2016

Gund li kêleka Çemê Xindeq (yê ku ji ewîna dihê û navê wî li nêzîkî Cilîn Çemê Cilîn e) ava bûye. Di van salên dawî de him ji ber çemê xwe yê ku ji bo bindarokê gelek bi derfet e û him jî ji ber mezelê şêxan gund ji aliyê gelek kesan ve dihê zêwîyekirin.

Li derûdora wê Çilstûn, Cirzê, Cilîn û Şûtê heye.

Gumgumokên wê û berî gund were valakirin teyrê tawisên wê yên mala şêx gelek navdar bûn.