Pirtûka Nivîskar Hogir Berbir a duyemîn bi navê “Xezeba Agirê Har” ji nav weşanê TEVN’ ê derket. Di vê pirtûkê de 14 çîrok cih digire û her çîrokek serboriyeke rasteqîn bi xwe re rave dike. Her çîrokek bi navê xwe yê xweser, mîna “Xezeba Çarşema Reş Dibariya, Jinek Kurd a Leheng, Rêwiyê Rêya Dûvdirêj, Rojek li Pîran, Xezeba Xewneke Sersem, Şehîdê Werzîşê, Deng Nebihûrîne, Her Lehengek Gulek Bihiştê ye, Dara Miradan, Xezeba Girîneke Bêhêstir, Evîneke Trajîk, “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” , Aştî bi Serket û Destana Lawê Rojê” pêk tê. Bi tevahiya çîrokên ku di pirtûkê de cih girtî re navê “Xezeba Agirê Har” li xwe girt. Pêşgotina pirtûkê Serwet Denîz nivîsandiye û dibêje:

Xezeba Agirê Har
Nivîskar Hogir Berbir
Şêwe Çîrok
Sererastkirin Semra Ozbey - Serwet Denîz
Ziman Kurdî
Dîrok Tîrmeh 2008
Weşanxane Weşanên Tevn
Rûpel 208
Wêneçêker Menaf Osman
ISBN ISBN 978-975-9094-68-3

“… Di vê pirtûkê de ev xezeb hatine honandin, lê tenê xezeb na, her wiha hêvî, hêviya rojên xweş jî hatiye honandin. Nivîskar xwestiye ku çîrokan binivîse û bi qasî hêz û zanîna xwe bibe şahidê dema xwe. Lê tiştê ku hatine nivîsandin tenê çîrok nîn in. Di heman demê de serpêhatî û bîranîn in jî. Dê xwendekar bi xwe jî vê rastiyê bibînin. Dibe ku heman bûyer hatibin serê gelek ji we xwendekaran. Lewra ev pêvajo hîna jî didome. Wek telpê ewrekî reş û tarî girtiye ser jiyana me. Hinek bûyerên ku nivîskar hilgirtiye dest bîst-sî sal berê qewimîne, lê di mejiyê me de wisa cih girtine ku mirov dibêje qey duh-pêr qewimîne. Êş û jana berxên ku axa sar hembêz kirine nepêkan e ku bê gotin û nivîsandin. Tenê mirov di kûrahiya dil de dijî. Nivîsandin û awayê nivîsandina van bûyeran heta tu bixwazî zehmet e. Ji ber vê zehmetiyê wêrekiyê dixwaze.

...

Rêzdar Hogir BERBIR jî wek şahidekî demê ev çîrokên di vê berhemê de pêşkêşî xwendekaran kiriye û xwestiye ya dilê xwe bi xwendekaran re parve bike. Di van çîrokan de gotina ku herî zêde derbas dibe ‘xezeb’e lê ev xezeb ji bo destnîşankirina rastiyê ye. Dema ku mirov pirtûkê bixwîne, dê çirûskên hêviyê jî bibîne….”

Nivîskar Hogir berbir, li gor nasnameya li ser, di 08.10.1976'an, li gundê Pîrana (Pîrxetap) girêdayî Şemrexê ya navçeya Mêrdînê, lê li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Dibistana seretayî kuta kir û ya navîn jî salekê xwend. Di 01.10.1995’an de ji ber ramanên xwe yên sîyasî û bi daraza endamtiya PKK’ê, nêzî 10 salan di girtîgehan de ma û di 15.05.2004’an de jî derkete derve. Nivîsandina bi zimanê zikmakî ji girtîgehan dest pê kir û hîna jî kurteçîrok, helbest, gotaran dinivîse û berhevkariyê dike. Gotar, helbest û kurteçîrokên wî di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin. Çend dosya mîna roman, çîrok û hwd. nivîsandiye...