Xewnên sibe dûr (pirtûk)

Xewnên sibe dûr, navê pirtûkek helbestan e ku ji aliyê Mamoste Şevdûr (Şevket Durmuş) ve hatiye nivîsandin.

Ji helbestên helbestvan ên bijartî hatiye amadekirin. Navê pirtûka Şevket Durmuş ku di nava gel de ji ber mamostetiya wî jê re Mamoste, Xoce jî dibêjin, Xewnên Sibedûr, Helbestên Bijartî ye. Pirtûk ji 155 rûpelan pêk tê û tê de 136 helbest hatine bicihkirin.

Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Angela Hackbarth ve hatiye çapkirin. Li ser bergê pirtûkê wêneyekê bermayiyên Nemrûdê heye. Pêşgotina pirtûkê ji aliyê psîkologê navdar ê Kurd Prof. Dr. Ilhan Kizilhan ve hatiye nivîsîn. Kizilhan di pêşgotina xwe de derbareyê dîroka helbesta Kurd de agahiyên bikêr dide.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre