Xema çil meqamî (albûm)

(Ji Xema Çil Meqamî hat beralîkirin)

Berhevkara xebatên çandî yên devkî Besê Aslan xebata xwe ya çar salan di kitêb-cd’yekê de civand ser hev. Xebata ku ji stran-kilamên kurdî yên Elbistan-Meraşê pêk hatiye, ve bi navê ‘Xema Çel Meqamî’ (Kirk Makamlik Efkar) tevlÎ arşîva muzîka Kurdî bû.

‘Xema Çel Meqamî’ ji stran-kilamên evînî,hesret û bedewiyê pêk hatine. Tevahiya kilamên berhevkirî, ji dorhêla gundên elewî yên Elbistanê hatine berhevkirin. Berhevkar bixwe jî kurdeka kurmancîaxêv a elewî ye.

Kilamên ku di berhema diyarkirî de cih digirin ev in; Delal, Bûkê, Çovê te na, Zozan, Keçik û lawik, Qadire yar, Dem, Şîn, Salo û Gajê Gulamor, Haydar, Nennî û Boran.

Aslan berhema dabaşa gotinê diyarî bo tevahiya dengên qedîm û hunermend Mihemed Şêxo kiriye.

Taybetmendiyeke girîng a berhemê ev e ku devoka kurmancî ya Meraş-Elbistanê bêyî ku destkarî bê kirin hatiye parastin. Bi çi awayî hatibe gotin wisa jî tekstên kilaman hatine nivîsandin. Bo nimûne di kilama ‘Şîn’ê de çêjeke xweş a vê devokê xwe dide der:

‘Çoxê ki Hasan war bûyî Kî doka xa raş hişk kirî Şawekê çûyîye ser mazalon Kî sarê xa donî Ki la mi garyoyî Ka dîm Ka onîm Ka lo bar derî dowastyom Ki candarman da go ki Başın sağolsun, başın sağolsun Mi nizanî ki Hasan mirî ye Ki onîn royî min don Ki min birin Ka çûm ki î romadî ya Ki doka xa kor bûyî ya’

Di xebata xwe ya çar salan de Besê Aslan; bi gelek rûspiyên herêmê, kilambêj, kesên navsere û pîrên (dede) çanda elewitiyê re gotûbêjên rûbirû kiriye, dengên wan tomar kiriye û wan kişandiye kamerayê. Al Dede, Tuccarî, Huseyin Karaman, Esme Gul, Mustafa Durmaz, Salman Aslan (Bavê berhevkar), Alî Taşar, İvê Döne, İbrahîm Gul û Zogre Bakir çend nav in ji çavkaniyên bevhevkara ciwan.

Di berhemê de nivîsareke li ser kilamên elewiyên Elbistan-Meraşê heye. Nivîsar bi 5 zimanan e; Kurdî (kurmancî), Tirkî, Almanî, Îngilîzî û Fransî.