Xelata Ostana - Nivîsandina bi zimanê zikmakî

Xelata Ostana - Nivîsandin bi zimanê zikmakî (bi îtalî: Ostana Premio Scritture in Lingua Madre, bi zimanê piemontezî: Prèmi Ostana: escrituras en lenga maire[1]) xelat û destpêşxeriya çandî ya salane ye ku ji aliyê Şaredariya Ostanayê û Komeleya Çandê ya Chambra d'Oc ve tê lidarxistin. Ew ji ziman û nivîskarên wêjeyî re hatiye veqetandin ku di berhemên xwe de "zimanê zikmakî", zimanekî hindikayî yê îroyîn ê ku girêdayî axa xwe ye, bi kar tînin. Bûyer di sala 2008an de dest pê kir û her sal di destpêka hezîranê de li Ostanayê, şaredariyek li Valle Po (Îtalya) tê lidarxistin. Ew buyer bi têketina bêpere ji gel re vekirî ye.

Xelata Ostana - Nivîsandina bi zimanê zikmakî
DewletÎtalya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 2008 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.premioostana.it/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xelatgirê kurd ê sala 2024an

biguhêre

Di sala 2024an de nivîskarê kurd Firat Cewerî Xelata Navneteweyî ya Ostana wergirt. Romana Cewerî ya bi navê Ez ê yekî bikujim (2018) di sala 2020an de hat wergerandin zimanê îtalî (Il Matto, la Prostituta e lo Scrittore)[2].

Çavkanî

biguhêre