Xelîl Cindî

Nivîskarê kurd

Dr. Xelîl Cindî Raşo di 15'ê sermawezê 1952 li qeza Şêxan li parêzgeha Mûsil ji dayik bûye û nivîskar u lêkolînvanekî kurd e. Niha li Zanîngeha Göttingen/ Almanya weke Mamoste kar dikê.

Xelîl Cindî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xwendin biguhêre

Qonaxa seretayî ji sala 1958an de heta sala 1964an li gundê Mam Reşa/ qeza Şêxan û Qonaxa navîn û amadeyî jî ji sala 1964an de heta sala 1969an li qezaya Şêxan xwend. Ji sala 1970an de heta sala 1974an kulîca Adab/ pişka ziman u edebê kurdî li zanîngeha Bexdayê xwend. Xwendina bilind (doktora) jî di navbera salên 1986 û 1991an li Enstîtûya Rojhilatnasiyê û zankoya Čarlis li Prag/ Çekoslavakyayê temam kir. Dr. Xelîl Cindî Raşo ji bilî Kurdî ( zimanê xweyê zikmakî), bi zimanên erebî, farisî, ingilîzî, elmanî u çêkî jî dizanê.

Jiyan biguhêre

Ji sala 1970ê û heta niha dinivîse u bi dehan gotar u vekolîn û çend kitêb jî belav kirine. Ji sala 1976an de heta sala 1980'ê mamosteyî li hinek xwendingehên Mûsilê kiriye.

  • Destpêka sala 1980'ê de çûye nav rêza şoreşa çekdara kurdî (pêşmergeyên Kurdistanê) li Kurdistana başûr û heta dawiya sala 1983'ya maye;
  • Di 1984ê de diploma zanistiyê siyasî , ji Enstîtuya Sofya/ Bulgaristanê standiye;
  • Navbera salên 1985'a û 1991ê serokê ( Komela Xwendakarên Kurd li Ewropa – KSSE) bû;
  • Navbera salên 1985an û 1991ê beşdarî di gelek kongre u çalakiyên cihanî yên ku xwendekarî û lawan û nûneriya xwendakarên Kurd de kiriye;
  • 1992ê wek penaber hate Almanya u li 27'ê gelawêjê 1993'a wek penaberê siyasî hat qebul kirin;
  • ji sala 1996ê virve wek Doçentê zimanê Kurdî li beşê Îrannasî/ Zanîngeha Göttingen kar dikêye.
  • Navbera salên 1999 û 2002ê wek lêkolvan; ew û Prof. Dr. Kreyenbroek li ser projeyê Edebê Dînê Êzidiyanê Devkî, kar dikin;
  • Navbera 15.11.2002 û 14.11.2005'ê de her ligel Prof. Dr. Kreyenbroek dest bi projeyekê nûyê li ser Êzidiyan kirin ku bi navê, Bîrmendiya rewşenbîriya civaka Êzidiyan li Almanya, wek xundinek meydanî.
  • ji sala 1995ê u heta niha serokê ( Bingeha Êzidiyan li Dervey Welat- ÊZiA-)e û xuwedanê îmtiyazê govara Roje ser bi Bingehêve.
  • Ew jor ku hatiya Almanyayê beşdarî di gelek kongire û çalakiyên zanistî, li zankoyêt Almanya û derveyî Almanyayê kiriye û semînar têda xwendîne.

Berhemên çapkirî biguhêre

  • Êzidiyatî. Li ber roşnaya hindek têkistêt ayinê Êzidiyan, çapxana Korî zanyarî Kurd, Bexda 1979 ( hevpişk li gel Xidir Silêman)
  • Harakat al-taharur al-wetenî al-kurdistanî fî Kurdistan al-cinubî 1939-1968 ,arae we mu´alecat, çapxana (APEC)/ Stockholm- Swed, 1994. (bi zimanê erebî)
  • Due û dirozên Êzidiyan, pişka 1&2, Einbeck/ Elmanya 1997.
  • Nehwa me´rifat haqîqet al-diyana al-êzidiya, çapxana Rabun, Swed, 1998.(bi zimanê erebî)
  • Perin ji Edebê Dînê Êzidiyan, Bergê 1&2, çapxana Spîrêz/ Duhok, 2004
  • Sacred Poems and Religious Narratives from the Yezidi Tradition, Berlin, Iranika, ed. Maria Macuch ( bi zimanê Ingilîzî u hevpişik li gel Prof. Kreyenbroek)

Çend gotar û Lekolînên zanistî biguhêre

  • 1979 Biroyê Şerî beşê yekem, govara roşenbîrî nuwê, jimare 75, tîrmeh 1979 Bexda
  • 1979 Biroyê Şerî beşê duwem, govara roşenbîrî nuwê, jimare 76, tîrmeh 1979 Bexda
  • 1990 Pêdaçûnêkî xêra be ser hendê zarawey siyasîda, ( ciyê belav bunê diyar nîne)
  • 1990 Erê bê dengî baştir nîye? ( ciyê belav bunê diyar nîne)
  • 1991 Peywendî nêwan bizutnewey rizgarîxwazî Kurdistan u bizutnewey dîmukratî (nimuney Iraq), govarî Rabun, jimare yek, Upsala/ Swêd
  • 1999 Bezt u dastana Mîr Miĥê, govara Roj, hijmara 7&8, Hannover.
  • 2000 Derheqa parvekirina Edebê Dînê Êzidiyan, govara Roj, hijmara 9, Hannover
  • 2001 Pirsêt winda, yan čiloniya têgehiştin u vekolîna edebê dînê Êzidiyan, govara Roj, hijmara 10, Hannover
  • 2001 The Yezidi Today. Orientwissenschaftliches Zentrum der Martin-Luther-Universität. Halle-Wittenberg, Heft 2, Seminar für „The World Conference Armenia 2000“, Sept. 2000 in Halle, Wittenberg Universität.
  • 2001 An Entrance to Yezidi History. Kurdistan Studies, Nr.6 / Sweden
  • 2002 Die Yezidi: Opfer des irakischen Konfliktes und des islamischen

Fundamentalismus“, Ztschr. Pogrom, Gesellsch. f. bedrohte Völker, Gött., Nr.213

  • 2002 Die Yezidi: Opfer des irakischen Konfliktes und des islamischen

Fundamentalismus,, , Ztschr. Pogrom bedrohte Völker Nr.213

  • 2004/2003 Die Yezidi: Ihr Glauben, ihre Traditionen und ihr soziales System"

IRANISTIK, 2. Jahrgang, Heft 1&2, Iran, (Bu-Ali Sina Universitaet) Hamadan

  • 2004 Rêfrandum u siyaseta nawčê u daxwaziyêt pêşerojê, govara Nawendî

Lêkolînewey Kurdî, hijmara 10.

  • 2005 Cejna Sersalê –Çarşema Sor-, Rojnama Peyamî Kurd,8/4/2005 (hevpişik li

Xanna Omerxalî)

  • 2005 Cejna Xidir Liyas u Xidir Nebî,, rojnama Peyamî Kurd, gulana 2005 (hevpişik li Xanna Omerxalî)
  • 2005 " JEMA‘IYE FEST" , Encyclopaedia of Iranistik, Columbia/ USA

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre