Xeberdana Zimanê Kurmancî (pirtûk)

Xeberdana Zimanê Kurmancî an jî Risaleyî Tuhfe en-Nehlen fî ez-Zimanî Kurdan pirtûka Mele Mehmûdê Bazîdî ye ku di sala 1864an nivisiye.

  • Navê Berhemê:Bi Kurdî: Xeberdana Zimanê Kurmancîye
  • Mielif (Daner) û Mustensix: Mele Mehmûdê Bazîdî
  • Cureyê Berhemê: Pexşan (Axaftina zimanê Kurdî)
  • Zimanê Berhemê: Kurdi (Kurmancî)
  • Dirok û cîyê Istînsexê: (wr. 87b) 1865, Erzirom.
  • Pêşîya Destnivîsê:

Sûal: Roja we bi xêr.
Cewab: Bi xêr hatî.
Sûal: Tu ji ku yî?
Cewab: Ez Mûşî me.
Sûal: Ji ku ve têyî?
Cewab: Ji Rewanê têm.

  • Dawîya Destnivîsê:

Sûal: Ji bo çi gerek ji hemû salan zêdetir bê ye?
Cewab: Isale çire kêm hasil nebû.
Sûal: Xwedê xweşî bidit serê hemûyan ew e.
Cewab: Belê welleh xeber ew e.

  • Têbinîyên Girîng:

Wereqên 1b-44a'yê nivîsara Mele Mehmûdê Bazîdî ye û bi xeta wî ye. Bazîdî rahênanin li ser axaftina bi Kurmancî, bi şêweya pirs û bersivê, ji bo şexsê Jaba amade kirine. Hevokên xwe ji jîyana rojane hilbijartine, da ku Jaba karibe danûstendinê bi mirovan re bike.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Öztürk, M. (2017). Koleksîyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî (Vol. 1). Ankara: Weşanxaneya Lîs.

Çavkanî biguhêre

Pirtûk