Xalê Cemîl yek ji kilamên dengbêjiyê ye navdare ku li ser keçeke piçûk a 14 salî didine Cemîlê çil û pênc saliyê mezin e. Keçik jê re dibêje "Xalê Cemîl".
Dengbêj Huseynê Farî jî vê kilamê dibêje[1]

Kilam biguhêre

Xalê Cemîl wez gûne me

lo lo xalê Cemîl min bi heyrano welle tu extiyarî dîno Wez çarde me lo lo Xalê Cemîl emrê teyê çûye çil û pêncî, Wez çarde me
lo lo Xalê Cemîl mal şewitiyê Tuyê ji min qerabe, Wezê wez sond xwarî bê çare me Xalê Cemîl mal şewitiyê
Wezê ne pariyê devê mirdarê fena Te me Xalê Cemîl Wez gûne me Xalê Cemîl digo lê lê werdem xanimê sibe ye mino diyarê qerdîlekê lê lê werdem xanima min heyranê qam kelekê lê meş werdegê
welle Tuyê gohê xwe mede qisew kaluka gotina şeytan û fesadiya lo fesadiya xelkê bila Xwedê û tela biqedîne miradê min û werdem xanimê şeveke nîvê şevê payizê heta şefeqê sibê bila wê çaxê li ser singê min peya be qasidê mîrata kor felekê,
de gidî lê lê gidî lê lê gidî lê werdemê dê gawirê bav Ecemê, Ezê qasekî runiştama li kêlekê bila dîsa wa li cemê gidî lê lê werdemê lo lo Xalê Cemîl mal xirabo welle Tuyê ji min qerabe Tu mezinî şûna xalê minî
Lo lo Xalê Cemîl Tu mezinî şûna bavê minî Lo lo Xalê Cemîl Ez gede me mal xirabo welle Tu mezinî lo lo Xalê Cemîl Tuyê nebe sebeba lo lo qedera minî Xalê Cemîl wez gûne me Xalê Cemîl lo wez birîndar im wez birîndarê destê kesê kalim.


Çavkanî biguhêre