Xûşûr (bi mongolî: хуушуур) xwarineke navdar ji pêjgeha mongolî ye. Ji biraştina girikên hevîrê yên ji goşt dagirtî ye. Pirranî goştê hêştirê tê bikaranîn.

Xûşûr

Goşt bi pîvaz, sîr, xwê, kuncî û biharbêhnê (biharat) tê amadekirin, viya dikin nava girikên hevîrê û wan wekî xingalê, girnijandin. Di nava rûn de tên biraştin. Bi destan tê xwarin.

Xûşûr di bijîşkiya gelêrî ya mongolî de herwiha tê bikaranîn. Xûşûra kelî didin ser organê laşê mirov ên ba tê de heye, dijî nexweşiya neurozê jî kêrbar e. Dîsa germkirina şaneyên tûreyê, tê gotin sîstema parastina laş hişyartir dike. Helbet ev gorî baweriyan e.