Xêzimok, talîşk, kasnî (Cichorium endivia) riwekek ji famîleya stêregulan e. Riwekeke salane ye, wekî sebze tê bikaranîn. Ji sedsala 16em ve li Ewropayê çandiniya wê tê kirin. Xêzimok navê vê riwekê yê giştî ye. Talîşk û kasnî jî cureyên wê ne. Riweknasên kurd hêj ji hev neveqetandine.

Zeviya xêzimokê (Cichorium endivia)
Di seleteyan de bi ava lîmonê taliya wê tê kêmkirin

Riwek heya 100 cm bilind dibe. Pelên wê qetqetî ne, kulîlkên wê şînê vekirî ne. Pelên wê çi xavî çi jî di xwarinan de tên xwarin. Bi kasniya spî, talîşka spî (Cichorium intybus) re lêzim e. Li bakurê Kurdistanê, li parêzgeha Dîlokê çandiniya wê tê kirin. Welatê vê riwekê devedorê Deryaya Navîn e lê li çiyayan di bilindahiya 1.500 m'yê de jî tê çandin.

Xêzimok kaliyûm, kalsiyûm, vîtamîna A dihewîne.

Çavkanî biguhêre

  • Udelgard Körber-Grohne: Nutzpflanzen in Deutschland von der Vorgeschichte bis heute - Riwekên kêrbar ên Almanyayê, ji beriya dîrokê heya niha. Theiss, Stuttgart 1995 (Nachdruck ISBN 3-933203-40-6). (almanî)
  • Siegmund Seybold (Hrsg.): Schmeil-Fitschen interaktiv (CD-Rom), Quelle & Meyer, Wiebelsheim 2001/2002, ISBN 3-494-01327-6 (almanî)

]]