Wergera Leyla û Mecnûn a Mele Mehmûdê Bazîdî

  • Navê Berhemê Bi Kurmancî: Kitêba Wergera Leyla Mecnûn Tirki bi Zimanê Ekrad û Kurmancî.
  • Wergêr: Mele Mehmûdê Bazîdî
  • Cureyê Berhemê': Pexşan (Wergera mesnewîya Leyla û Mecnûn)
  • Pêşîya Destnivîsê:
Bismillahi'r-rehmani'r-rehîm. Paşî hemd û senayê cenabê hezre Barî Te'ala û pașî selewatê şerîf li ruhê hazretê Resûlellah 'eleyhisel û wesselam û piştî minacat û qesayidan ...
  • Dawîya Destnivîsê:
... û eve hikayeta bi zimanê Farisî û Tirkî hatiye gotin qewî zêde rengin û meqbûl e. Eve jî tercumeya lîsanê Rewendî ye ku muxteser beyan bûye. Edî qencê cenabê Xwedê Te'ala bi heqîqetê halê dizanîtin. Wallahû e’lem.
  • Têbinîyên Girîng: Bazîdî sedema wergera mesnewîya Leyla û Mecnûnê di destpêkê de bi awayeki aşkere wisa rave dike ku ev rave têbinîyeke pir girîng e:
... me’lûmê zat (û) zewatu'l-efhaman bibitin ku di zemanê borîdanî eve kîtaba Leyla Mecnûn ba lîsanêd Farisî û Tirkî hebûn û eve qiseya di nêv alemidanî meşhûr bû lakîn tewayîfêd Ekradan fehma elfazêd Farisî û Tirkî nedikirin û mana vê kitêbê qenc nedizanîn û qewî zêde îştîyaqa derka vê rîsaleyê dikirin.

Ev werger çi qasî ku wergera berhemeke menzûm be jî Bazîdî ev wergera xwe bi pexşanî nivîsîye. Ji berawirdkirina berhema Fuzûlî û ya Bazîdî di vê wergerê de riste bi riste û beş bi beş wergereke rasterast pêk anîye û tu mijar an bûyer ne fewitandiye.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Öztürk, M. (2017). Koleksîyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî (Vol. 1). Ankara: Weşanxaneya Lîs.