Webb's First Deep Field

Webb's First Deep Field, yekem wêneyê xebatê ye ku ji aliyê Teleskopa Fezayê James Webb ve hatiye kişandin. Wêneyê qada kûr ku devereke piçûk a ezman e û ji Nîvkada Başûr ve xuya dibe vedihewîne. SMACS 0723, komikek galaksiyan e ku bi durbuna 4.6 mîlyar salên ronahiyê ji Cîhanê dûr e û di komstêra Volan de tê nîşandan. Di 11ê tîrmeha sala 2022an de NASAyê wêneyê ku ji hêla Kameraya Nêzîkî Înfrared a teleskopê (NIRCam) ve hat kişandin, ji raya giştî re hat eşkere kirin. Di wêneyê de bi hezaran galaksî têne dîtin ku wêneya herî bilind a gerdûna destpêkê ye ku heya niha hatiye kişandin.

Webb's First Deep Field

Giştîve biguhêre

Teleskopa Fezayê ya James Webb teleskopa fezayê ye ku ji hêla NASA ve tê bikaranîn û bi bingehîn ji bo stêrnasiya infrasorê hatiye çêkirin. Keştiya fezayê ku di kanûna sal 2021an de hatiye şandin, ji çileya sala 2022an vir ve li dora duyemîn xala Lagrange ya Roj-Erdê (L2) ye ku bi qasî 1.5 mîlyon kîlomêtre dûrî Cîhanê ye.[1]

Qada Kûr a Yekem a Webb ku ji aliyê Kamera Nêzîkî Jêrsor a Teleskopê (NIRCam) ve hatiye kişandin û pêkhateyek e ku ji wêneyên bi dirêjahiya pêlên cûda û bi tevahî 12.5 demjimêran de hatiye hilberandin.[2][3] Wêneyê di dirêjahiya pêlên infrasor de ji qadên herî kûr ên Teleskopa Fezayê ya Hubble ku hefte derbas bûne, kûrahî peyda kiriye.

SMACS 0723 komek galaksîk a ezman e ku ji Nîvkada Başûr a Dinyayê ve tê dîtin û gelek caran ji aliyê Hubble û teleskopên din ve bi armanca lêgerîna paşeroja kûr a galaksiyê hatiye lêkolîn kirin.[4]

Encamên zanistî biguhêre

Wêneyê koma galaksiyên SMACS 0723 nîşan dide ku koma galaksiyên SMACS 0723 4.6 mîlyar sal berê derketine holê.[5] Gelek hebûnên kozmolojîk ên hatine teswîrkirin ji ber berfirehbûna fezayê li ser dûrahiya zêde ya ronahiya ku ji wan radibe, ketine ber guheztina sor.[6]

Girseya hevgirtî ya koma galaksiyan wekî lenseke gravîtasyonê tevdigere ku galaksiyên pir dûrtir li pişt xwe mezin dike. NIRCama Webb galaksiyên dûr xiste nav balek tûj, strukturên piçûk û qels ên ku berê qet nehatine dîtin, di nav de komikên stêrkan û taybetmendiyên belavbûyî jî hene, derxistiye holê.[7]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Overbye, Dennis; Chang, Kenneth; Tankersley, Jim (11 tîrmeh 2022). "Biden and NASA Share First Webb Space Telescope Image". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 tîrmeh 2022.
  2. ^ Garner, Rob (11 tîrmeh 2022). "NASA's Webb Delivers Deepest Infrared Image of Universe Yet". NASA. Roja gihiştinê 15 tîrmeh 2022.
  3. ^ "Webb's first deep field". www.esa.int (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 tîrmeh 2022.
  4. ^ Overbye, Dennis; Chang, Kenneth; Tankersley, Jim (11 tîrmeh 2022). "Biden and NASA Share First Webb Space Telescope Image". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 tîrmeh 2022.
  5. ^ "Webb's first deep field". www.esa.int (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2022.
  6. ^ "Here's the deepest, clearest infrared image of the universe ever produced". PBS NewsHour (bi îngilîziya amerîkî). 11 tîrmeh 2022. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2022.
  7. ^ Garner, Rob (11 tîrmeh 2022). "NASA's Webb Delivers Deepest Infrared Image of Universe Yet". NASA. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2022.