Di Sîstema Navneteweyî ya Yekînanda, watt yekîneka xurtaniyê ye ko dibit yek jûl di sanîyekê da. Mirovekê ko li peyîskan bserdikevit karekî dikit bi nirxekê nêzî 200 wattan. Pehlevanek dikarit jibo heyama 30 deqîqeyan bi nirixa 300 wattan bixebitit. Trombçlek dikarit bi 30,000 watan xweş bibezit û glopekê ruhnahiyê li malan nêzî 60 heta 100 wattan ji enerjî ya karevayê dimezêxit.

Pênase biguhêre

Yek watt yek jûl (yekîna SI jibo enerjî) di saniyeyekê de (1 watt = 1 J/s), anko yek niyoton metir di sanîyeyê da ye. Bi kurtasî tenê jî "W" tê nivîsîn.

Di karevayê da, yek watt dibit yek volt caran yek amper. Anko, eger yek volta cidatiya potansîyelê di navbera du serên gehîneka karevayê da hebit û yek ampera karevayê ji gehînê derbaz bibit, hingî yek wat xurtanî hatiye belavkirin. Navê Watt ji navê Zanyarê inglîz "James Watt" hatî ye.

1 mW (Milliwatt) 0,001 W.,
1 W (Watt) 1 W.,
1 kW (Kilowatt) 1000 W.,
1 MW (Megawatt),
1 GW (Gigawatt),
1 TW (Terawatt),

herweha...