Wanê

Gundekî Xelfetiya Rihayê

Wanê an jî Wahnê (bi tirkî: Sırataşlar), gundekî Xelfêtîyê (di parêzgeha Rihayê) ye. Navê xwe yê tirkî Sırataşlar e.

Wanê
Sırataşlar
Wanê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Wanê
Wanê
Koordînat: 37°25′10″Bk 37°59′30″Rh / 37.41944°Bk 37.99167°Rh / 37.41944; 37.99167
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehRiha
NavçeXelfetî
Bilindahî
580 m (1900 ft)
Nifûs
 (2010)
847[1]
Koda postayê
63950
Koda telefonê(+90) 414
Map
biguhêreBelge

Şkeftên gundê Wanê: Bûk û Zava biguhêre

  Gotara bingehîn: Bûk û Zava

Skeftên gundê Wanê li herêmê gelek nas in. Yek ji wan jî şkefta Bûk û Zava ye. Bûk û Zava şkefteke pirqatî û bilind e. Kî dizane, cend hezar salan berî vê li hindurê zinarekî de hatiye avakirin û li ber behra Feratê, li hemberî gundê Wanê (li Xelfêtî) disekine.

 
Buk û Zava di sala 2006an de

Nêzî neh qatên şkefta Bûk û Zava hene û bilindbûna xwe diguhêje 40 metran. Ji hêla mimarî de Bûk û Zava xwediyê taybetiyeke ecêb e: hemî neh qat ji aliyê korîdorên teng bi hev re girêdayî ne. Korîdorên di nav qatan bi gelemperî tîkane hatine cêkirin û meriv ji bo ku biguhêje qatên bilind wan korîdorên tîkane hildikeve.

Dû têketinên Bûk û Zava hene: ya mezin du qatî ye û heman li ber kenara behra Ferêt disekine. Ya dûwemîn ji ya din ilindtir radiweste: Ev têketin ewqas taybet e ku li erdê, di kevirê kilsînî de merdêwanek hatiye cêkirin û ev merdêwan li ber têketina dûwemîn diqede. Dirêjbûna merdêwana kevirî qasî 15-20 metran e û ji nêzî 30 gihanekan pek tê.

Derveya Bûk û Zava xwariyeke bi rengê qehweyî tê dîtin. Ev derên ku qehweyî xuya dikin dibe ku ji aliyê însanan ve hatine bandor kirin. Bi rêya oksîdasyonê ev deran rengên xwe wergerandine qehweyî.

Tirbên dîrokî biguhêre

 
Tirbeke dîrokî li gundê Wanê di navceya Xelfêtî, Riha. Sal 2007

Di gelek gundên Xelfêtiyê tirbên dîrokî têne dîtin. Ewan, bi gelemperî di tehtan de hatine cêkirin û lewmane bi hêsanî têne dîtin. Ev tirb ji boy kevnbûna ew gundan bernîşanên xort in. Heman heman li nêzî hemî gundan, li cihên ku erd bi tehtên duz pêk tê ew tirb têne dîtin, lê mixabin gelek tirb bêxwedî mane î lewmane zerarên mezin dîtine.

Xuyabûna her tirb cûda ye û werganî xuya dike ku her tirb bêhempa ye. Li gundê Wanê bi dehan tirbên werganî hene û bi gelemperî merdêwan wan hene. Ew merdêwan dicin jêr û meriv dibin têketina tirbê. Gelek têketinên tirban bi dekorasyonên cûr bi cûr hatine xemilandin. Terzê têketinan bile taybet in û wek qentirme xuya dikin.

Hundurê tirban ji cend odeyên bicûk pêk tên. Dema ku meriv dikeve hundir, li her hêla rastê, cepê û li hemberî dêrî yek ode hene.

Tê gotin ku ew tirb berê wek ên malbatan hatine bikaranîn, lê kes nizane ew tirb kîcax hatine avakirin. Li gorî lêkolîneran ew tirb diguhêjin heta dema berî jidayikbûna Îsa.

Bi taybetî gundê Wanê ji boy tirbên xwe yên dîrokî nas e.

Çavkanî biguhêre