Wîkîpediya:Kitêbxaneya Wîkîpediyayê/Daxwaza çavkaniyê
(Ji Wîkîpediya:Pirtûkxaneya Wîkîpediyayê/Daxwaza çavkaniyê hat beralîkirin)
Daxwaza çavkaniyê
Dîtina çavkaniyê
biguhêre- Çend mêtod ji bo dîtina çavkaniyê
- Kopiyekê metna ku wê wekî çavkanî bê bikaranîn ji nivîskarê(n) nivîsê bi rêya emailê dikare bê xwestin
- Herwiha hûn van çavkaniyan ji Google Books-ê an jî ji kitêbxaneyên herêmî kontrol bikin ku heye an tine, û ko hebe jî ji bo demkî hûn ê bikaribin temîn bikin.
- Di Google Academic-ê de jî hûn dikarin bi rêya lêgerînê bigihîjin dokûmentan.
Daxwaz kirin
biguhêre- Di daxwazê de hûn dikarin pirsekê pirr berfireh bipirsin û çavkaniyê ji bo vê bixwazin jî, hûn dikarin nivîsar, kovar an jî xebatek diyarkirî ji bixwazin.
- Hûn dikarin kovar, rojname, kitêb, databas, gotar, ensîklopedî, zagon, biryara dadgehê û hwd. çavkaniyan daxwaz bikin.
- Kitêbek sax nikara bê kopî kirin û şandin.
- Hûn dikarin bi koordînatoran re dîrekt bikevin têkiliyê an jî ji vê rûpelê re daxwazek xwe binivîsin.
- Heke hûn nexwazibin e-nameya wê li vir bê xuya ji rûpela Taybet:Preferences hûn dikarin eyarên xwe yên e-nameyê kontrol bikin.
- Gava ko hûn daxwaz dikin ku hûn agahiyên wek: navê çavkaniyê, navê(n) nivîskarê(an), agahiyên weşangerê, hejmara ISBN'yê bi berfirehî binivîsin wê çêtir bê.
- Eger hûn ji yekî zêdetir çavkaniyê bixwazibin daxwazan nimre bikin.
- Ji bo daxwazên ku bi serkevtî encam bûn şablona Çêbû bi kar bînin. (Di navbera nîşana {{}} de peyva "Çêbû" binivîse)
- Mafên daneriyê û şertên bikaranînê îxlal nekin.