Wîkîpediya:Nirxandina naverokê/Krîterên sinifa B

Kurtenav:
WP:Bsinif
WP:NN/B
WP:B?
WP:Sinifa B

B
  1. Di gotarê de çavkanî têra xwe hene ku çavkanî di nav cimleyan de hatine bikaranîn.
    Gotar xwedî çavkaniyên pêbawer (en) in. Çavkaniyên hemû materyalên muhîm yan jî binîqaş hatine nivîsin. Divê çavkanî di nav cimleyan de (en) hatibin bikaranîn, jê pê ve formata wan ne muhîm e: Bikaranîna etîketa <ref> (en) an jî şablonên çavkaniyê (en) wekî {{cite web}} girêdayî daxwazê ye.
  2. Gotar bi awayekî maqûl mijarê vedigire, û kêmasî û xeletiyên eşkere tê de tine ne.
    Gotar qismekî mezin ê materyalê ku ji bo nirxa gotara baş hewce ye dihewîne, lê belê dibe ku hin beş hewceyî berfirehkirinê bin, û dibe ku hin mijarên bi muhîmiya kêmtir tê de tinebin.
  3. Gotar xwedî organizasyoneke diyar e.
    Divê naverok di nav materyalên eleqadar de were organîzekirin. Divê beşa destpêkê (en) û beşên din ên eleqadar tê de hebe.
  4. Gotar bi awayekî maqûl baş hatiye nivîsin.
    Di metna gotarê de ti xeletiyên gramerê yên mezin tine ye û xweş diherike, lê belê ne hewce ye ku "mikemel" be. Ne mecbûrî ye ku her qaîdeyên manûela Şêwazê bîne cih.
  5. Materyalên ku piştgirî didin gotarê li gorî hewcehiyên xwe di gotarê de cih digirin.
    Resm û îlustrasyonên din tê teşwîqkirin lê belê ne mecbûrî ne. Diyagram û agahîdank tenê eger eleqadarî gotarê û kêrhatî bin werin bikaranîn.
  6. Gotinên teknikî bi awayekî baş hatine îzah kirin.
    Divê gotar ji xelkê giştî ve were fêmkirin. Divê gotinên teknikî bêyî îzahkirinê neyên nivîsin.