Wîkîpediya:Daxuyaniya 1/2006

Daxuyaniya Çapemeniyê

Di Wîkîpediya kurdî de gotara 3000emîn hat nivîsandin

Wîkîpediya; ensîklopediya yekemîn a kurdî, ber bi 3000 gotaran diçe. Proje di 07.01.2004an de hat destpêkirin û heta niha 3000î zêdetir gotar bi sê zaravayên kurdî anîn ber hev. Bi vî rengî Wîkîpediya bû yek ji projeyên kurdî yên mezintirîn di înternetê de.

Herkes dikare bêyî ku qeyd bibe, tevlî vê projeya girîng a ji bo zimanê kurdî bibe. Gelek hevalên bidil gotar nivîsandin. Bi vî rengî ji 576,000 zêdetir peyv hatin ber hev. Heger ev wekî pirtûkan bên weşandin dê ji 800 rûpelî zêdetir bigirin.

Wekî ensîklopedîyê sînorên naveroka Wîkîpediyayê tunin. Tê de li ser gelek mijarên wekî zanist, wêje, biyografî, dîrok û erdnîgariyê gotar hene. Lê ji ber ku Wîkîpediya hîn nû ye, di gelek waran de xwedî kêmasî ye. Ji ber vê yekê alîkariya herkesên, ku dikarin bi kurdî binivîsin pêwîst e.

Em hêvî dikin, ku di sala 2006an de heta 5000 gotarên Wîkîpediyayê çêbibin.

Navnîşana Wîkîpediyayê: http://ku.wikipedia.org