Vehêl Amêdî
Vehêl Amêdî helbestvanek e ku di sala 1951ê de, li bajêrê Amêdiyê ji diya xwe bûye. Her li wêrê xwendiye û di sala 1979an de, amadekariya çandinyê li bajêrê Zaxoyê bi dawî aniye.
Vehêl Amêdî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1951 |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di sala 1968an de, dest bi vehandina helbestan kiriye. Lê destpêka wî ya dirist ji sala 1974an û pê de ye. Helbestên xwe di kovar û rojnamên kurdî de belav kirîne.[çavkanî hewce ye] Endamê Yekîtiya Nivîskarê Kurd bû. Di çendîn mîhrecanê edebî de beşdarî kiriye.
Di roja 17ê nîsana 1982an de, bi lêkdana du tirombêlan şehîd bû. Ew hêşta xort bû û dibe helbestvanekê mezin jê derketiba. Ew negehişt dîwana xwe çap biket û di rêya binemala wî, mirov karî çend helbestên wî peyda ket.
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |