Vegirtina Têhna Bermayî (VTB)

Vegirtina Têhna Bermayî (VTB) (bi inglîzî Waste Heat Recovery - WHR) ji dîsa bidestxistin û bikaranîna têhna awarte re tê gotin.

Li sazgeh û kargehan gelek kiryarên bi germiyê dixebitin hene. Îja li van deran têhneke mezin di forma herkoyiyên germ de ji ber van kiryaran dimîne. Li gelemperiya dezgehan ev herkoyî -pê re jî têhna wan- tên avêtin. Bi vê rêyê wizeyeke zêde zehî dibe.

Piştî pêşveçûna pîşesaziyê û zêdebûna pêdiviya bi wizeyê; gelek pargîdanî li vê îsrafê hayî bûn û potansiyela jidestçûyî bala wan kişand. Bi vî awayî lêgerîna rêbazên ji vê têhnê sûdgirtinê dest pê kir.

Awayên VTB tê bikaranîn biguhêre

Awayê herî berbelav ku têhna bermayî tê vegirtin; di heman kiryarê de dîsa bikaranîna têhna bermayî ye. Ev bi rêya ekonomîzeran tê kirin. Yekî din jî pê germkirina avê û hundirên xanî û avahiyan e. Lê awayek ku van demên paşî her diçe berbelav dibe; hilberandina karebayê ye. Piştî teknolojiyên hilberandina karebayê pêş ve çûn û amûrên wek tûrbîn û kelîneran erzantir bûn gelek sazgehên gewre ên kiryarên têhnî ên mezin pêk tînin dezgehên VTByê ku karebayê hildiberînin ava kirin. Ev rêbaz tenê li sazgehên bi proseyên bi germiya bilind dixebitin pêkan e. Heta bi rêya sarkerên absorbsiyonî ji herkoyên germ cemidandin jî tê kirin. Ango diyar e proseya VTByê bi awayên cûrbicûr kêrhatî ye.

Pergal û teknolojiyên vegirtina têhna bermayî biguhêre

Di kiryara VTBê de beşek ji têhna ku tê bihata zehîkirin, tê girtin û ji amûr an kiryarek dinê re tê şandin û li vir ev têhn wek rêbazeke parastina wizeyê ya karîger, ekonomîk û jîngehparêz tê bikaranîn. Hin pergal û teknolojiyên vegirtina têhna bermayî ev in[1]:

  1. Sojerên Vejîner û Rekûperatîv: ev amûr têhna gaza germ ya dûkêşê ku ji ber sotinê maye bi rûberên veguhêzer digrin û bi kar tînin. Di herdu cûre sojeran de jî armanc bi têhna bermayî germkirina hewaya sotinê û bi vî awayî berdariya wê zêdekirin e.
  2. Ekonomîzer an jî lûliyên çengdar ên têhnguhêzer: têhnên bermayî ên kêm-navincî vedigrin. Bi gelemperî ev têhn ji bo germkirina şilekan tê bikaranîn. Ev pergal ji lûliyên bi çengik pêk tê. Çengik rûpîva absorbsiyona têhnê û bi vê rêyê rêjeya veguhastina têhnê zêde dikin. Pergal li nav cihoka ku gazên derçeyî tê re derdikevin bi cih dibe. Ev gazên germ di nav çengikên lûliyan re derbas dibin û bi rêya wan têhna xwe didin şilekên di hundirê lûliyan de.
  3. Kelînerên Têhna Bermayî: Ev kelîner ji çend lûleyên bi paralelî bicihkirî pêk tê. Berê wan li aliyê ku têhna pergalê jê dertê ye. Pergalên wiha ji bo vegirtina têhna gazên bi germiya navincî-bilind guncan in û berhema wan dûkel e. Ev dûkel dibe ku ji bo hilberandina şiyanê were bikaranîn an jî şûn de bê vegerandin nav sîstemê. Ev pergal bêhtir li şiyangehan (hêzgeh) li kar e.

Beşên pîşesaziyê yên têhnê zehî dikin biguhêre

Hin beşên pîşesaziyê ku bi mezixandina xwe yî zêde ya têhnê tên zanîn ev in: Asin û pola, metalên ne-asinî, kîmya, kanzayên ne-metalî, xwarin û vexwarin, kaxez û çapgerî, makînekarî, kanzavanî û kevirvanî, dar û berhemên darîn, avahî, cawkarî û çermvanî.[2]

Li gor lêkolîneke li DYAyê hatiye kirin, %20-30ê wizeya tê bikaranîn wek têhna bermayî zehî dibe. Li gor li lêkolîneke li YEê jî, %2-4ê têhn bermayî dikare bê vegirtin.

Çavkanî biguhêre