Towla, gundekî navçeya Soriz a Qeyserîyê ye.

Nifûsa herêmê ji Kurdên Sînemilî pêk tê. Tê zanîn ku kurd 200 sal berê ji Albîstan û Markazê hatine vir.

Ev gundê ku ji nêz ve bi çanda Kurd û Elewiyan ve girêdayî ye, tevî ku tirkan dixwestin wan asîmîle bikin jî wek kurdên din ên Sarîzê asîmîle nebûye.

Berê nifûsa gund derdora 800 kesî bû, lê piştî ku dest bi koça derve kirin, niha daketiye derdora 350 kesî. (Di mehên havînê de bi hatina gundiyên ji dervayî welêt re nifûsa wan zêde dibe derdora 650 kesî.)

Atê Elîfê ku ji bo gelê Sînemîllî xwedî cihekî girîng dayike wxe ye ji vir e.