Tiyana masî û kundirê

Tiyana masî û kundirê, ji gelek xwarinên masiyan ên bi kidakan (zebzeyan) tên çêkirin, yek e. Xwarineke parêzê ye, ango kesên diyetê digirin, dikarin bixwin. Tiyan, ji berkeşa (sênî, piyan, lemper) firneyê (firûnê) re tê gotin.

Wekî ji navê xwarinê kivşe ye, berkeliyên sereke masî û kundir in. Kîjan masiyê dixwazin, bi kêfa xwe ne.

Heger ev xwarin bi masiya ku navê wê bi kurdî dorzêrîn (bi latînî: Sparus aurata, bi îngilîzî: Gilt-head bream) be, dibêjin biçêjtir dibe. Helbet di xwarinê de herkes tehma devê xwe dizane.

Tiyan ji masiya dorzêrînê (berkeliya xwarinê bo çar kesan) biguhêre

  • 4 dorzêrîn (bi tirkî çipura dibêjin)
  • 2 kundir
  • 4 dendik sîr
  • 2 pîvaz
  • 4 fringî (bacanê sor, tomatos)
  • 3 kevçî rûnê zeytê
  • 4 keriyê lîmonê
  • Îsota reş
  • Xwê, solin (kesên parêzê digirin bêî xwê yan kêm xwê)
  • Li ser daxwazê biharbên (biharat)

Çêkirin biguhêre

Masiyên xwe pakij bikin, bişon. Kundirên xwe pakij bikin, di forma şivikan de tîke bikin. Sîr, pîvaz û fringiyên xwe di forma xelekî de hûrbikin. Beriya wê qalikên fringiyan bigirin, bila bêî qalik be.

Folyeyên (kaxezên pijandinê yan pêçandinê yên ji alumînyûmê ne) bafonî bînin 4 qat ji wan raxin. Masiyên xwe bikin navê. Herwiha fringî, kundir, lîmon, pîvaz û sîra xwe jî tevlî bikin.

Rûnê zeytê bi ser de bikin, bavêjin firneyê. Herwiha xwêyê jî. Di germiya 180 pileyê de bipijînin.

Bi germî bînin ser destexaneyê (sifreyê).