Tiẍûjiqo Qizbeç Şeretliqo (bi çerkezî: ШэрэлIыкъо Тыгъужъыкъо Къызбэч, Ṩərəl'ıqo Tığujzıqo Qızbəç [ʃaraɬʼəqʷa təʁʷəʐəqʷa qəzbatʃ]; bi navên Kazbek, Ẍezil Bek an Gûzbek jî tê nivîsandin) leşker û fermandarekî çerkez e ku Qizbeç di şerê Rûs û Çerkezan de yek ji rêberên çerkez ên herî bibandor bû.

Tixûjiqo Qizbeç
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Navê rastî
ШэрэлIыкъо Тыгъужъыкъо КъызбэчLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Payeya leşkerî
Commanding officer (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Di temeneke biçûk de dibe şahidê kuştina malbata xwe ku ji aliyê artêşa Rûsyayê ve têne kuştin. Tiẍûjiqo sonda tolhildanê dixwe û bi lez beşdarî nav refên artêşa çerkezan dibe. Di nav artêşê de digihîje pileya Dzepaşê ku di nav artêşê de wek general tê zanîn. Di qonaxên dawî yên jiyana xwe de şahidiya mirina zarokên xwe di şer de dike. Qizbec fermandarekî siwaran bû û bi serkeftina xwe ya li pişt xetên dijmin navdar bû. Wî gelek pêşniyar ji Împeratoriya Rûsyayê standin ku alî biguhere lê wî van pêşniyaran qebul nekir. James Bell ku Qizbeç bi xwe nas dikir, tomar kir ku jê re dibêjin "Şêrê Çerkes". Qizbeç li hemberî Rûsan serketinên wisa bi dest xistibû ku di rojnameyên îngîlîzî de jî bûbû manşet.

Qizbeç di 29ê sibata sala 1840an de ji ber birînên ku di şer de girtibû jiyana xwe ji dest da. Beriya ku bimire kalima-i şehada anî. Di wê demê de şeş birînên wî yên giran hebûn.

Çavkanî biguhêre