Tirkiya paqij an jî Tirkiya xwerû (bi tirkî: Öztürkçe) teşeyeke paqijkirina zimanî ya zimanê tirkî ye ku berevajî zimanê osmanî, bi giranî ji bandora farisî û erebî bêpar e.[1] Tirkiya paqij di nûsaziya zimanê tirkî de armanceke çalak bû. Ev fikrê ziman a tirkkirinê bi nûsaziya nivîskî û ji sala 1932yan ve bi rêya Saziya Zimanê Tirkî hat meşandin. Ji bo vê yekê Saziya Zimanê Tirkî peyvên ji zimanên tirknîjadî yên di çavkaniyên dîrokî û zaravayên Anatolyayê de berhev kir. Li ser vê bingehê Saziya Zimanê Tirkî gelek nûbêjeyan çêkir, ku bi alîkariya çapemenî û pirtûkên waneyê belav bûn. Di sala 1937an de Atatürk bi xwe bi awayekî nenas pirtûkek geometrî ji bo xwendekarên dibistanê bi têgînên teknîkî yên ku wî bi taybetî bijartibû û îro jî têne bikaranîn nivîsîye. Ji salên 1940î pê ve Saziya Zimanê Tirkî ferhengên normatîv (Türkçe Sözlük) û rêberên rastnivîsê (İmlâ kılavuzu) amade kiriye.

Bikaranîna tirkiya paqij nîşaneya bîrdoziya Kemalîzmê bû û vêga jî wisa ye. Ev çend deh sal in ku siyaseteke çalak a kontrolkirina ziman tune ye.[1]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b Klaus Kreiser: Kleines Türkei-Lexikon. München 1992, s.v. Öztürkçe