Tirbeyên Pîzanê yên li Elbakê

Tirbeyên Pîzanê, du tirbeyên dîrokî yên Wanê (Elbakê) ne.

Du tirbeyên nêzikî hev ve pêk hatine û quntara bakûrê Pîzanê ne. Wek tirbeya jorîn û tirbeya jêrîn tên binavkirin. Tirbe nîvê sedsala 17’an de hatine avakirin. Tirbe bi plana goşeya yekqadî ye û serê wan bi qûbeyan ve pêçayî ne. Her du tirbe bi kevirên qutkirî ve çêkirine û di hundirê wan de gor hene. Kêlikên goran kesan jî didin diyarkirin. Nemaze di tirbeyên jêrîn de gorên begên Pîzanê hene.