Tirşik, ferhenga înteraktîv a kurdî ye. Di 28ê gulana 2013an de ji aliyê bikarhênerek ve hatiye avakirin. Herwiha malper xwedî gelek beşên din yên weke fîlm, pirtûk, caps, radyo, ferhenga peyvî û beşa zarokan e.

Tirşik
Malper    tirsik.net
Ziman Kurdî
Avabûn 28ê gulana 2013
Avaker simurg56
Xwedî Hemû gelê Kurd
Endam 2736
Statû Aktîv
biguhêreBelge

Ferheng ji aliyê 12 moderator û rêvebirên dilxwaz li gor formata wê tê rêvebirin û kontrol kirin. Ji ber ku malper bi temamî Kurdî ye, gelek caran dibe hedefa hackerên nijadperest yê tirk.

Pêvajoya endambûnê biguhêre

Ji bo endambûnê demeke diyarkirî tune ye. Her dem ji tomarbûnê re vekirî ye. li rûpela endambûnê piştî hilbijartina navek û bi dayîna e-postayê pirsa ewlehiyê ' navê welatê Kurdan çi ye?' derdikeve. Bi bersivdayîna wê pirsê êdî bikarhêner dibe 'çomez'. yanê ne nivîskarî rastî: kare peyaman binivîsîne lê d weşanê de xuya nake. piştî nivîsandina 10 peyamên li gor formatê ji aliyê rêvebiran tê kontrolkirin û ger gûncaw be nivîskarî tê erêkirin. [1] Girêdana arşîvê 2021-05-01 li ser Wayback Machine

Çalakiyên malperê biguhêre

-Ev ferheng komeke bi navê koma wergera fîlman ya tirşikê jî ava kiriye û bi qasî 137 fîlmên biyanî

bi binnivîsa li Kurdî wergerandine. [2] Fîlmên bi binnivîs li ser kanala xwe ya telegramê parve dikin.

- Weke proje koma xwendinê ya tirşikê hatibû avakirin ku armanca wê her hefteyê xwendina heman

pirtûkê bû ku di mijara pirtûkê ya tirşikê de vegotina rexne û şîroveyên derbarê pirtûkê de bû. Lê çalakî

pêk nehat.

-Danasîna tirşikê, her sal di yekê gulanê de li ser twitterê di bin tagên #tirsiknet û #ferhenga kurdî de

xebatên danasînê tên kirin.

Armanc biguhêre

1- Di înternetê de çêkirina malperek xwerû Kurdî.

2- Bûna sedem ku Kurd li ser înternetê bi hev re Kurdî binivîsînin û danûstandinê bikin.

3- Da ku Kurd nêrînên xwe bi hev re bişêwirin, hev rexne bikin û dawiyê de yekitiya xwe pêk bînin.

4- Da ku li ser înternetê arşîvek wisa çêbe ku mirov çi bixwaze, tê de derbarê wê de agahî, şîrove û rexneyên kurdî hebe. Yanî ensîklopediyek Kurdî û zindî ava bibe û piştî salan zarokên me bikarin sûdê jê wergirin.

5- Da ku zimanê Kurdî ya nivîskî û ya rojane/axaftinê nêzikî hev bibin û standartîzasyona zimên xweştir bibe.

6- Da ku gotinên pêşiyan, çîrok, stran, mamik û hwd. Kurdî wenda nebin û li cihekê werin tomarkirin û parastin.

7- Afirandina peyv û bêjeyên nû: peyv û gotinên ku tirşikê derxistine

8- Parvekirina tecrûbe û agahiyan.[3]

Wêne:Îstatîstîkên nivîskara
http://tirsik.net/wene/w/derbare_tirsike/zayenden-niviskaran02052020.png

Çavkanî biguhêre

1.https://xwebun.org/tirsik-keskuleke-modern-e/

Girêdanên derve biguhêre