Tirşîna arûyê di pêjgeha kurd de di nava tirşînên sereke de cih digire. Bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê tirşînên herî çêjdar tên çêkirin. Kurd gelek hez ji tirşînê dikin.

Tirşîna arûyê

Tirşîna arûyê ya parêzgeha Melediyê biguhêre

  • 1 kg arûyên, xiyarên tirşînê
  • Av (ava kaniyên xwezayî bin baştir dibe)
  • 4-5 KX (kevçiyê xwarinê) xwê (solin)
  • 1 KX şekir
  • 10 dd (dendik) sîr
  • 2 SÇ (stekana-qedeha çayê) sirke
  • 10-12 ta bexdenûs
  • Li ser daxwazê lîmon û biharbêhn (ne mecbûrî ye)

Amadekirin biguhêre

Încareyên xwe (xiyarên biçûk) baş bişon têxin kûpekê. Xwê pê werbikin. Dendikên sîrê û sirkeyê tevlî bikin. Avê berdin serê, bila av xwe bigihîne tevahiya xiyaran.

Bexdenûsan bidin ser devê kûpê û devanga wê bigirin. Bi qasî 2 rojan bidin rawestandin, devanga wê venekin. Piştî 2 rojan devangê vebikin, hinekê din avê berdinê, lewra ava wê kêm dibe. Dîsa devangê bigirin.

4-5 hefte bidin rawestandin. Êdî dikarin servîs bikin.