Tifik

ji heriyê hatiye çêkirin û tê de agir dihê dadan

Tifik, ji heriyê hatiye çêkirin û tê de agir dihê dadan û li serê xwarin dihê çêkirin. Sê aliyê wê girtî, yek vekiriye. Ji aliyê vekirî re çavîk dihê gotin. Her du aliyên wê yên hemberî hev dik in û beroş yan jî şîş dihên datînin ser ve dikan.

Du cûre ne: tifika derve û ya hundur. Ya derve di havînan de dihê bikaranîn û ser wê vekiriye; lê ya hundur çile dihê bikaranîn û bi kulek e.