Di sala 1979 li gundê Dadalî (Herêmê Kobanî - Surî) Teyar ji dayik bû û sala 1990 wî li bajarê Kobanî Xwendina Xwe ya serete bi serî kir, di sala 1991 hate bajarê Helebê ji bo xwendinê , û wê gavê dest bi fêrbûna muzîkê û strana kir, di newroza sala 1993 (14 salî ) yekemîn carbû ku ew derket ser şanogehê.

Heya sala 1999 Teyar beşdarî gelek konserên kurdî bû bi taybet jî konserên newrozê , di vê salê de ew qebûl bû di zanîngeha Helebê de wek xwendekarê wêjeya Erebî.

Di van salê zanîngehê de Teyar bi ferehî di muzîkê de diçû û hêdî hêdî taybetiya xwe distend, di vî warî de ew bû destpoşê Tembûr û Bilor û Ûdê heya ku "Aleta " Ûdê bû hevala awazên wî, ji ber ku wî karibû li Helebê vê Aletê bi awayekî Akadîmî fêr bikê, di destpêkê de li ser destê mamûsteyê muzîkê Reşîd Sûfî û paşê di Înstîtyûta Heleb ya Muzîkê de xwendina Ûd bi serî kir.

Di sala 2001 tev hevalên xwe di Zanîngeha Helebê de wek Hisên Seyda, Teyar Koma Cenga Jînê pêk anî û konserên xwe li hemî herêmên Sûriyê li dar xistin.

Di havîna 2004 da wî kaseta xwe ya yekemîn derxist bi navê " Hey Jînê " û berî ku Lîsansa Wêjeya Erebî bistînê bi demek kurt wî keçek kurd naskir , Êmoş xwendekara Kîmya di Zanîngeha Helebê de di 20 / 08 / 2005 de Teyar û Êmoşê hev xwestin.

Di destpêka sala 2005 de Teyar bû endam di Komîta Rewşenbîrên Serbixwe û bû berpirsyarê karê hûnerî, di bin siya vê komîtê de Teyar û hevalên xwe hunermendê deşta sirûcê Baqî Xido xelatkiri di konserek mezin de, û hîn çalakên wan bi hev re berdewamin.

Ana Teyar Kaseta xwe ya duyemîn " Tu Çuyî " amade dikeye.