Tevgera Şoreşger a Hemcînsbazan

Tevgera Şoreşger a Hemcînsbazan TŞH (bi tirkî: Devrimci Eşcinsel Hareket, DEH) tevgereke hemcînsbazan li Tirkiye û Kurdistanê ye.

DEH/TŞH

Di danezana sazbûnê tevgerê, DEH bi vê rengê tê tarîf kirin:

Tevgera şoreşger a Hemcînsbazan rêxistina hemcînsbazên şoreşger ên vî welatî ye. Bêyî ku civakên bi çîn ji holê rabin ne ji bo hemcînbaz ne jî bo nasnameyên din ên bindest azadiyeke rasteqînî guncan e. Cihê ku wekhevî lê nebe azadî hesta rehetiyeke demdemî pêvtir tiştekî nîn e.
Eşkere ye ku bi dest xistinên têkoşîna di pergala civakên bi çîn de dest ketine bi tenê bi kêrî çîna bilind tê û di jiyana takekesên ji çîna bin de guherîneke erênî pêk nayne. Ji bo hemcînsbazan û ji bo hemû nasnameyên din ên bindest azadiya rasteqînî di civakên ji Kapîtalîzmê wêdetir de guncan e. Di vî warî de TŞH têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst, burjuva, faşîst ji xwe re dike rêgezek.
Li ser axên ku em dijîn hebûna pergala kapîtalîst-burjuva diyar û bêşik e. Û heger li dîroka têkoşîna şoreşger were temaşekirin taybetmendiya faşîst a vê pergalê diyar e. Ji ber ku vê dewletê, aliyên civakê yên pêşwerû, welatparêz, demokrat û şoreşgeran ji îşkenceyên cur be cur bigirin heta komkujiyan re rû be rû hiştiye. Hewarên demokrasî û azadî yên serdestan bi rastî jî di tixûbên ramyariya lîberal de yekgirtî ye. Ji xwe dema mirov bi berçavkên lîberalîzmê binêre her takekesek xwedî azdaziyeke bêsînor e. Çawa ku Tevgera Şoreşger a Hemcînsbazan vê nêzîktêdayînê yekcar red dike û di heman demê de hebûna wê bersiveke baş a hemcînsbazên şoreşgeran e bo ew rêxistên ku bi pergalê re li hev dikin. Çawa ku di her aliyê civakê de weha ye , hemcînsbazên ku di nava tevgerên demokrat û peşverû de cî digirin ji bilî pêkutiya civakî û terora dewletê mixabin bi pêkutiyên wan tevgerên ku di nav wan de ne jî rû be rû dimînin. Gelek rêxistinên şoreşger ku hemû nirxên pergala kapîtalîst û burjuva red dikin lê dema ku qala hemcînsbaziyê dibe, ji wê pergala ku dixwazin birûxînin bêhtir hişkebawer û zordest dibin. Ji ber vê yekê Tevgera Şoreşger a Hemcînsbazan di vî warî de rêxistina yekta ye ku têkoşîna azadî ya hemcînsbazan bikaribe pêş bixîne.

Girêdanên derve biguhêre