Tembûr & Harb albûma 4. Cemîl Koçgirî ye di sala 2015'an de derketiye. Bi harb'a Tara Caff û tembûra Cemîl Koçgirî muzîkeke nûjen a koka xwe ji melodiyên mîstîk û qedîm pêk hatiye.

Albûm bêhtir weke albûmeke enstrûmental e, li gelek cihan jî ew dengê kewîn ê Tara Caffê derdikeve. di vê albûmê de 11 stran hene. Di strana Baran Barî de dengê Aynurê tê bihîstin, dîsa Kinan Azmeh jî bi klarneta xwe tevlî vê albûmê bûye. Her wiha mûzîsyenên wek Yılmaz Yeşilyurt, Manuel Lohnes, Susanne Hirsch, Babak Massali û Fardin Lahourpour di vê albûmê de cihên xwe girtine.

Stranên albûmê:

  1. Baran barî
  2. Av
  3. Berfîn
  4. Porê
  5. Tembûr
  6. Revîn
  7. Saqî
  8. Nevaî
  9. Tînuy şerab
  10. Ruh

Girêdanên Derve biguhêre

Cemîl Koçgirî & Tara Caff - Albûma Tembûr & Harb: http://www.youtube.com/playlist?list=PLeipmHYHfUrpbxa9FK1wgzsQ7rnm4pSC7