https://web.archive.org/web/20091217070345/http://www.welat.org/kunye.php

Tayip Temel
Jidayikbûn1982 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Meqam
  • substitute member of the Parliamentary Assembly of the Council of Europe (2018–)
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (Van, 2018–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tayip Temel, rojnameger û gerênendeyê giştî yê yekemîn rojnameya rojane ya li bakurê Kurdistanê derketî ya bi navê Azadiya Welat e[çavkanî hewce ye] Di sala 1982'yan de li Colemêrgê ji dayîk bûye. Ligel rojnamegeriyê nivîskariyê jî dike. Bi sedemên polîtîk ji Zanîngeha Yuzunciyilê ya Wanê hate avêtin. Karê rojnamegeriyê dike û di hin malper û rojnameya O. Politîkayê de nivîsan dinivîse. Di çarçoveya Operasyonên KCK'ê de di 2011'an de hat girtin. Di girtîgehê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û nasîna zimanê kurdî di dadgehan de, ket greva birçîbûnê di roja 68'emîn de çalakiya wan bi dawî bû. Di 1'ê Tîrmeha 2014'ê de ji girtîgehê hat berdan. Hîn jî rojnamegerî û nivîskariyê dike. (Çavkanî hejmarên Azadiya Welat in) . Di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de wekî parlementerê HDP'ê yê Wanê hate hilbijartin.