Zelam di biyolojiyê de bi ramana kesê pêgehiştî anko balix e. Di vê ramanê de peyva zelam li beranberî peyva zaro dihê. Ev peyv di kurdiyê de hêşta ji bo navkirina jînewerên pêgehiştî yên dî, mîna lawiran û giyayan nehatiye xebitandin.

Zelam têgihek e ku di zimanê kurdî de gelek ramanên cuda lê ji hev nêzîk digehîne. Li hindek deverên Kurdistanê zelam li beranberî biçûk dihê. Bi vê ramanê êdî ramana kesê pêgehiştî bi diristî îfade nake.

Zelamînî bi ramana beranberî zarotiyê li gelek war û biyavên cudacuda yên mîna biyolojî, qanûn, riftar û pêgehê civakî ve dihê diyarkirin. Hindek caran reng e kesek ji aliyê biyolojiyê ve zelam be lê li goreyê riftar û rewiştê xwe ve her mîna zaroyan ma be. Ji ber hindê pênasekirina vê têgihê hindekî tevlihev û gengeşebar e.

Çavkanî biguhêre